Li Strasboûrgê panelek li ser Kobanê hate lidarxistin
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Strasboûrgê panelek hate organîzekirin. Beşdaran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Strasboûrgê panelek hate organîzekirin. Beşdaran êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Însiyatîfa Jinê ya Zîn a Strasboûrgê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek li dar xist. Xebatkarên Buroya Rojava ya Fransayê û aktîvîstî Fransî ku demeke dirêj li Rojava ma, beşdarî panelê bûn.
Qiseker bi zimanên Kurdî û Fransî li panelê axivîn û berxwedana Kobanê silav kirin.
'GEL XWE JI NÛ VE AFIRAND'
Nûnerê Buroya Rojava diyar kir ku li Kobanê gel xwe ji nû ve afirandiye.
Aktîvîstê Fransî jî li ser rewşa giştî ya Rojava agahî da.
DEWLETA TIRK HATE ŞERMEZARKIRIN
Beşdarên panelê piştre Çûn Place Kleberê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.