Li Strasbourgê çalakiyên piştgiriya Taksîmê dewam dikin

Li Strasbourgê çalakiyên piştgiriya Taksîmê dewam dikin

Li bajarê Fransa Strasbourgê, çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Taksîmê û şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê dewam dikin. Li dû meşa girseyî ya roja yekşemê, mîtîngek hat lidarxistin.

Çalakiya ji aliyê Kolektîfa Piştgirtiya Taksîmê ya li Strasbourgê, li Place Kleber a navenda bajêr pêk hat. Di çalakiya doh êvarê saet di 19.00'an de 300 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransî amade bûn.

Di çalakiyê de li dijî polîtîkayên zextdar ên hukûmeta AKP'ê pankart hatin vekirin, dirûşme hatin qêrîn û Konfederasyona Sendîkayên Kar ê Giştî ya Fransayê (CGT) û Partiya Antî-Kapîtalîst a Nû (NPA) piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de nûnerê CGT axaftinek kir û da xuyakirin ku ew da piştgiriyê didin sendîkayên ji bo destektayîna berxwedana Taksîmê, biryara grêvê girtine.

Di çalakiya piştgiriya bi Taksîmê re, her weha şanoyek li ser dijwariya polêsan a li dijî çalakgerên berxwedana Parqa Gezî pêk anîn, hat lîstin. 

Bi armanca piştgiriya çalakiyên li Parqa Gezî destpê kir û li gelemperiya Tirkiyê belav bû, wê roja Şemiyê li sînemaya Odyssee ya li bajarê Strasbourgê fîlmek were nîşandan. Kolektîfa Piştgiriya bi Taksîmê ya Strasbourgê da xuyakirin, ku ewê çalakiyên xwe dewam bikin.

Kolektîfa Piştgiriya bi Taksîmê ya Strasbourgê, ku ji 1'ê Hezîranê û vir ve zêdeyî 10 meş û mîtîng lidar xistiye, ji Komeleya Çanda Mezopotamya (FEY-KA), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê (ATÎK), Komeleya Piştgiriya bi Karkerên Tirkiyeyî yên li Strasbourgê (ASTU), Konfederasyona Gelên Demokratîk li Ewrûpayê (ADHK), Navenda Çanda Elewî ya Strasbourgê (AKM) û Federasyona Komeleyên Karkeran ê Demokratîk (DIDF) cih digirin.