Li Strasbourg û Nantesê aşûre hat parvekirin
Li Strasbourg û Nantesê aşûre hat parvekirin
Li Strasbourg û Nantesê aşûre hat parvekirin
Li bajarê Strasbourg û Nantesê yên Fransayê bi armanca bîranîna Kerbela û 12 îmaman aşûre hat parvekirin.
Di bîranînê de Îmam Huseyîn û rêhevalên wî yên berî niha bi hezar û 300 salî ji aliyê artêşên Muawiye yên di bin fermandariya Yezîd de dîl hatin girtin û qetilkirin hatin bîranîn.
Axaftvanan di bîranînê bal kişandin ser berxwedana YPG/YPJ’ê ya li Kobanê. Di axaftinan de hat gotin ku di navbera hovên DAIŞ û artêşên Muawiye yên di fermandariya Yezîd de tu ferqek nîne û ew nûnerên heman zîhniyetê ne.”
Piştî axaftin û duayan aşûre hat belavkirin.
NANTES
Li bajarê Nantesê yê Fransayê jî li Komeleya Çandê ya Kurdan a Engîn Sîncer bi heman armancê aşûre hate belavkirin.
Di çalakiya bîranînê de bal kişandin ser girîngiya rojê û wateya wê ya ji bo aştiyê û di axaftinan de hat gotin ku ev aşûreya divê bê parvekirin mafê gelê Kobanê û Şengalê ye.
Di axaftinên hatin kirin de bang li her kesî hate kirin ku destekê bidin berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li ber xwe didin.
Piştî axaftin û duayan aşûre hat belavkirin.