Li Stockholmê Zeynep Kinaci hate bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li Dersimê di sala 1996’an de li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî û bû nemir, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li Dersimê di sala 1996’an de li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiya fedaî pêk anî û bû nemir, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Li ser banga Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîma bibîranê hate lidarxsitin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştre sînevîzyona qala têkoşîn û jiyana Kinaci û şervanên jin ên Kurd hate nîşandan.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û wiha hate gotin; “Jinên ku li ser xeta Zîlan dimeşin îro bi heman biryardariyê rêbertiyê ji bo jinên cîhanê dikin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.