Li Stockholmê terora polîsên Tirk hate protesto kirin

Li Stockholmê terora polîsên Tirk hate protesto kirin

Li paytextê Swêdê Stockholmê ji bo protesto kirina terora polîsên Tirk û piştgiriya berxwedana gel ya ji bo daxwazên azadî û demokrasiyê daketine qadan çalakiyek hate li darxistin.

Nêzî 150 kesên ku li ber avahiya Parlementoyê kombûn, piştî xwendina daxwazên berxwedanvanên Taksîmê, Hunermend û Berdevkê Ship to Gaza Dror Feiler axaftinek kir. Feiler da diyarkirin ku, ew êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û gaza îsotê êrîşî gelê ji bo daxwazên herî rewa daketine qadan şermezar dikin, her wiha siyasetmedarên ku bertekê nîşanî bûyerê nedin jî weke durû sûcdar kir.

Parlementerê Keskan yê Partiya Derdor û Berdevkê Polîtîkaya Derve Cebellos da diyarkirin ku, tekoşîna ku ji bo parastina derdorê hatiye destpêkirin, vegeriya ye tekoşînekî parastina demokrasî û azadiya fikir. Cebellos destnîşan kir ku, êrîşa polîsan ya li dijî xwepêşandanan, anîne rojeva Parlementoya Swêdê û nîqaşkirine.

Cebellos anî ziman ku, li rexmî hemû hewildanan jî Wezîrê Derve Carl Bildt, terora polîsan ya li dijî xwepêşandanên Tirkiyeyê rexne nekiriye û aşkera kir ku, ji Hikumeta Swêdê daxwazkirine ku tundiya polîsan ya li hemberî xwepêşandanan protesto bike. Anî ziman ku, Partiya Keskan piştgiriyê dide daxwazên mafdar ên berxwedanan vanan û dê piştgiriya wan jî berdewam bike.

Piştre bi dehol, derboqe sloganên “Tayîp îstîfa”, “Ev hêjan destpêkê”, “Her der Taksîm, her der berxwedan” qîrkirin. Xwepêşandanên ku hatin Qada Sergel piştî 15 deqîqeyan li ser lingan rawestiyan dawî li çalakiya xwe anîn.

BREZÎLYAYIYAN JÎ TAKSÎM SILAV KIR

Roja borî jî Brezîlyayiyên li Qada Sergel kombûn, terora polîsan ya li welatê xwe jî protesto kirin. Di çalakiyê de axaftinvana anî ziman ku, piştî di wesayîtên mezin ên veguhestinê de zam çêbû û xwepêşandana destpêkir, polîs tund êrîşî gel kir. Her wiha lihemberî vê tundiya polîsan çalakî li gelek bajarên welat belavbûn. Hate xwestin ku, dawî li tundiya polîsa were û yên fermana tundiyê dane jî bêne darezandin.

Brezîlyayiyan di çalakiya xwe de bûyerên ku li Taksîmê destpêkirine û li gelek bajarên Tirkiyeyê belavbûne jî silav kirin.

ROJNAMEVAN Û NIVÎSKARÊN GIRTÎ PÊWÎSTE BÊNE BERDAN

Komîteya Piştgiriya Mafê Mirovan a li Tirkiyeyê di asta parlementerên 7 partiyên siyasî de nûnertiyê dike, daxuyaniyek nivîskî weşiand û êrîşa polîsan li dijî xwepêşandanên li Tirkiyeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, li gorî daneyên Yeketiya Tabîbên Tirk 7642 kes seqet bûne, sê jê xwepêşandan û polîsek jiyana xwe ji dest dane, li gorî Weqfa Mafê Mirovan jî 3091 kes hatine girtin. Her wiha serdegirtin û girtinên li ser ESP, Ajansa Nûçeya a Etkîn û Rojnameya Atilimê ên li Enqere û Stenbolê jî protesto kirin.

Di daxuyaniya ku têde hate gotin, pêwîste Desthilatdariya AKP’ê li gorî krîterên Kopenhamnê tevger bike, pêwîste azadiya fikir û agahî girtinê bikeve bin ewlehiyê. Her wiha hate daxwazkirin ku, rojnamevan û nivîskarên girtî bêne berdan.