Li Stockholmê semînera qirkirinê

Li paytexta Swêd Stockhomê Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan bi munasebeta 100. salvegera qirkirinê semînerek pêk anî.

Rojnamevan-nivîskar Ragîp Zarakoku, lêkolîner-nivîskarê Suryanî Jan-Beth Sawoce beşdarî semînerê bûn û gotin ku qirkirina 100 sal berê li Ermenî û Suryaniyan hat kirin îro jî li Rojhilata Navîn li ser gelan didome.

Zarakolu got ku yekem qirkirina sedsala 20. Qirkirina 1915’an a Ermeniyan bû û vegera civaka modern a Çartiya Rûs- Împaratoiya Awûstûrya-Macarîstan û Împaratoriya Osmaniyan, pir trajîk e û berdêla herî giran jî di împaratoriya Osmaniyan de Ermenî û Suryaniyan daye.

Zarakolu bi lêv kir ku dewleta Tirk di salên Şerê Yekemîn ê Cîhanê de qirkirina Ermeniyan xwestiye normal nîşan bide û di heman demê de hewl daye ku gelên rastî qirkirinê hatine, wek civakên ku êşên xwe yên demborî ji ser xwe neavêtine nîşan bidin.

WELATEK JI DÎROK Û ERDNÎGARIYÊ HAT PAQIJKIRIN

Zarakolu wiha berdewam kir: “Ya hewl dan veşêrin, rastiya welatekî bû. Paqijkirina welatekî ya ji nexşerê û dîrokê bû. Ermenîstan welatekî qedîm e.  Koka wan xwe dispêre serdemên berê. Lê dîroka fermî ya Tirkiyeyê di nava hewldanên ku Ermenîstanê ji atlasan paqij bike de ye. Piştî darbeya 12’ê Îlonê ansîklopediyên ku cih dan Ermenîstanê hatin qedexekirin. Înkarkirina qirkirina Ermeniyan parçeyek projeya di meriyetê de ye. Kesên ji komkujiyê rizgar bûn jî rastî pêkanînên cuda yên guhertina nasname yan jî terkkirina welat hatin.

Navê hemû cihan hatin guhertin. Goristan hatin tinekirin. Dêr û keşîşxane hatin rakirin. Wêran kirin. Li ser qirkirina Ermeniyan xebat, tê wateya arkeolojiya modern. Ev hemû projeya paqijkirina hişê mirovan bû. Dîroka fermî bi 19’ê Gulana 1919’an destpê kir. Dîroka beriya vê tine.”

MODELA ROJAVA, PERGALEKE KU HEMÛ KES DIKARIN LI GEL HEV BIJÎNE

Zarakolu di berdewamiya axaftinê de diyar kir ku divê pêşî li qirkirinên nû bê girtin, ji qirkirinên berê hatine jiyîn ders bên derxistin û got: “Modela ku şoreşa Rojava pêşkêş kiriye, pergaleke ku hemû kes dikarin ligel hev bijîne. Di meclîsên herêmî de ji hemû gelan nûner cih digirin. Ev li gorî sazbûna Iraq Kurdan modelek gelek pêş ketiye. Di 1912’an de Osmaniya nasnameya Arnavûtan nas nekir û li ser vê serî hildan û daxwaza zimanê dayikê û xweseriyê kirin û vê jî benê Osmaniyan kişand. Kurdên ku ev sed sal e daxwazên wan nayên cih wê benê dewleta Tirk bikişîne.”

Zarakolu bi lêv kir ku gerîlayên Ermenî ji bo ku zextên li ser Ermeniyan pêk tên ji raya giştî re aşkera bikin zext li Bankaya Osmaniya kirin û piştre Abdulhamît, zextên li ser Ermeniyan zêde kir û li Amed û bajarên din li ser Ermeniyan qirkirin pêk anîn û Alayên Hamidiye ava kirin. Zarakolu wiha got: “Rejîma Abdulhamîd di avakirina Alayên Hamidiyê de piştgiriya herî mezin ji Rûsyayê girt. Dîroka fermî dibêje ku Ermeniyan ji Rûsyayê piştgirî girtiye, lê Rûsyayê piştgirî da Abdulhamît.

ROJAVAYIYAN PIŞTGIRÎ NEDA ERMENIYAN

Rojavayiyan jî piştgirî neda Ermeniyan û tevî vê bi guman li partî û rêxistinên Ermenî nihêrtin. Ji çalakî û hêzên mezin yên şoreşgerên Ermenî nerehet bûn. Wek rewşa PKK’ê ya niha. PKK ev 30 sal e hewl dide balê bikişîne ser rewşa Kurdan û trajediya dijîn. Lê ev ji aliyê van hêzên mezin ve bi guman tên dîtin. PKK wek rêxistina terorê hat dîtin. Tiştên wê demê Ermeniyan jiyan ji ya îro ne cudatir e.

OL CARA YEKEM BI BIRYARGIRTINA CÎHADÊ HAT BIKARANÎN

Yekemîn Şerê Cîhanê ku welatên Îngîlîstan, Fransa, Elmanya û Rûsyayê şer kirin, şerekî parvekirinê ya emperyalîst ya ku gelê Ermenî ji holê radike bû û ol yekem car di Mijdara 1914’an de biryara cîhadê girt û di şerê emperyalîst de hat bikaranîn.

DI NAVBERA CÎHAD Û QIRKIRINÊ DE TÊKILÎ HEYE

Elmanyaya x-Xiristiyan û protestan ji bo Misilmanên mêtingerên Fransa û Îngîlîstanê rakin ser piyan piştgirî dan cîhanê û beriya şer destpê bike, dewleta kûr, Teşkîlat-i Mahsusa li ser xaka Îranê ketine nava tevgerê û  li gelek cihên cîhanê li dijî kesên ne Misilman êrîş hatin destpêkirin. Têkiliyeke di navbera cîhad û qirkirinê de ya ku divê bê nîqaşkirinê heye.”

GELÊ KURD DI BIN GEFÊ DE YE

Zarakolu wiha pêde çû: “Înkar tê wateya berdewamkirina qirkirinê. Îro gelên Rojhilata Navîn di bin tehdîdê de ne. Bi Êzidiyan destpê kir. Li gundên Asûrî berdewam kir. Hedefên qels tên hilbijartin. Hilbijartina Mûsilê ne tesaduf e. Mûsil navenda herî kevn a welatê Asûrî ye. Di dema Abdulhamît de  ji bo nifûsa Xiristiyanan bê kêmkirin pêkanîn hatin kirin. Niha jî abîdeya Eremîn ya Der Zor û dêr tên tinekirin. Hemû baweriyên cuda di bin tehdîdê ne. Gelê Kurd ê li Tirkiyeyê jî di bin tehdîda qirkirinê de ye.”

Nivîskar-lêkolîner Jant Beth Sawoce jî diyar kir ku komkujiyên qirkirina 1915’an ji ber bi şûran hatiye kirin û di Suryanî de şûr tê wateya Seyfo, navê Seyfo li qirkirinê hatiye dayîn û got: “Dema hatim Swêdê têkildarî komkujiyê de tiştekî nivîskî tinebû, me ji devê şahidên komkujiyê agahî girtin.”

DI 20 SALAN CAREKÊ DE SEYFO

Sawoce wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vegotinên qurbanên qirkirinê, di her 20 salan carekê de pêkanîna qirkirinê nîşan dide. Ev qirkirin di salên 1832, 1843, 1860, 1895, 1909 û piştî 1915’an hatine kirin. Li gorî lêkolîna hatiye kirin tiştên di şerê yekemîn û duyemîn ên cîhanê de li Suryaniyan hatiye kirin nayê zanîn û gelek delîlên ku bûyerên mezin pêk hatine nîşan didin. Suryaniyên Rojava û Rojhilat li Mezopotamya, Rojavayê Ermenîstanê, Anatolya Navîn û heta sînorê Egeyê, heta herêma Derya Spî Sûriye, Lubnan, Urdun, Filistîn, Misir, Îran, Iraq, Kafkasya û Qibrisê jiyan e.

Di serê serdsala 20’an de  Fikraya Îtiqat û Teraqî nifûsa Ermenî têk bir û Rûm rizandin, hemû malên Xiristiyanan kirin neteweyî. Ev biryar gav bi gav pêk hatin. Qirkirina Ermeniyan ji ber vê sedemê pêk hat."

QIRKIRINÊ JI TURABDÎN DEST PÊ KIR

Sawoce bi lêv kir ku serî li îfadeyên şahidan dane û diyar kirine ku qirkirinê di 1914’an de li Turabdînê destpê kiriye û bi seferberiyê re 2-3 hezar kes girtine artêş û piraniya van jî hatine kuştin.

ALAYÊN HAMÎDIYAN JI CERDEVANTIYÊ XURTIR BÛ

Zarakolu li ser pirseke têkildarî Alayên Hamîdiyê de diyar kir ku Alayên Hamîdiyê dişibiyan pergala cerdevantiyê lê ji pergala cerdevantiyê xurtir û pêşketîtir bûn.