Li Stockholmê partiyên kurd û rewşenbîr bo Rojava hatin cem hev

Li Stockholmê partiyên kurd û rewşenbîr bo Rojava hatin cem hev

Rêxstina Mafê Mirovan a dij qirkirinê Kurdocîde Watch CHAK, geşedanên dawî yên Rojava nîqaş bikin û  ji bo li dijî êrîşên li ser kurdan bi gelê Rojava re bikevin nava piştevaniyê, li Stockholm a Swêdê civînek pêk hat. Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd civîn pêk anî.

Nûnerên PYD’ê yê Ewropayê Zuhat Kobanî jî tevli civînê bû. Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd da zanîn ku ji bo statuya kurdan ya li Rojava hatiye qezenckirin, asteng bikin, serî li her rê didin û gotin pêşeroja Rojava dê cihê kurdan ya li Rojhilata Navîn diyar bike û got divê kurd piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava.

Serokê CHAK’ê Azad Hayderî axaftina vekirinê kir û dîroka gelê Rojava vegot û pitre balkişand ser komkujiyên dawî yên çeteyên bi piştgiriya Tirkiye, Katar û Suudî Erebîstanê şer dimeşînin û got: “Bertekên cîhana derve ya li dijî vê komkujiyê gelek qels e.  Artêş a Azad a Sûriyeyê li hemberî êrîşên El Nusra pêk tîne, helwestê nagire.

Dermanên CHAK ji Rojava re dişîne, ji aliyê dewleta tirk ve tê astengkirin û derman di depoyan de dirizin.  Me ambulansek ji Rojava re dişand lê ji ber li ser navê Kurdocîde , ji sînor derbas nedikirin û ji bo vê me navê Kurdocîde guhert.”

Heydarî  tiştên berê li Iraqê hatin jiyîn niha li Rojava tê kirin û got: “Saddam digot ew êrîşê Barzaniyan dike lê 180 hezar kurd qetil kir. Niha li Rojava El Qaîde dibêje ew li YPG’ê dixe lê derewan dike. Kurdên sivîl qetil dike. Divê siyasetmedarên kurd û rewşenbîrên kurd vê li rayagiştî ya Cîhanê bide hîskirin. Divê hewldanên dîplomatîk zêde bike.

DIXWAZIN KURDAN JI VIR DERXÎNIN

Nûnerê Partiya Yekitiya Sûriyeyê yê Ewropayê Saît Melle got li Rojava li hemberî kurdan komkujiyek pêk tê û armanca wan eve ku kurdan ji Rojava derxînin. Melle wiha got: “Rêxistinên terorîst yê Îslamî dixwazin kurdan ji vir derxînin û ereban lê bicih bikin. Rejîma Esad jî heman tiştî dixwaze. Ger aliyê îslamî li Sûriyeyê qezenc bike, ev felaketeke mezine bo kurdan. Hêviya kurdan dê tune bibe. Ji ber vê divê xwedî li Rojava bê derketin.  Kurdên li derveyê Welat dijî divê hewldan û têkiliyê dîplomatîk bidin destpêkirin û divê ev pirsgirêk di rayagiştî ya navnetewî de bê hîskirin.

KURD JI FAKTORBÛNÊ DERKETIN, BÛN AKTOR Û MODEL

Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Zuhat Kobanî diyar kir ku divê hemû kurd di vê pêvajoyê de cem kurdên Rojava bin û wiha got: “Stratejiya heta niha li Rojava pêk hat rast bû. Me axa xwe û Rojava parast. Me di tîrmeha 2012’an pêvajoyek nû da destpêkirin û me Rojava azad kir. Ji wê û şûnde Sûriyeyê û Rojhilata Navîn cuda li me mêze kir. Cîhanê cara yekemîn kurdên Sûriyeyê wek hêzekî dîtin. Kurd ji faktor û çavdêriyê derketin û ji bo gelên Rojhilata Navîn bû model. Serkeftina kurdan hinek kes tirsandin. Ji ber vê jî van hêzan çalakiyên xwe yên terorê xistin dewrê. Muxalefeta Sûriyeyê li ser kurdan ambargoyê pêk tîne. Dixwazin kurd bi wan re hereket bikin.  Statuyekê nadin kurdan. Di şerê yekemîn yê cîhanê de jî wisa kirin. Îro jî dixwazin heman tiştî bikin.

JI BO PARASTINA ROJAVA SEFERBERÎ

Zuhat Kobanî anî zimanku ji bo parastina Rojava divê  her kes seferberbe û xwedî li pêşeroj û nasnameya xwe derkevin û got: “Ev ji bo pêkanîna yekitiya netewî a kurd gelek girînge. Niha gelê Rojava ji bo xwe bi xwe rêve bibin dê di nava 6 mehan de biçin hilbijartinan û ji bo ev pêk bê divê partî û rêxistin bibin yek. Me wek partî şaşî kirin. Em lêborînê dixwazin.  Êdî em van li aliyekê bihêlin û li pêşerojê binêrin. Divê em destê hev bigirin. Hewcedariya Rojava bi alîkariyê heye. Li Ewropayê du mîlyon kurd dijîn. Hewce nîne kurdên Rojava destê xwe ji kesên din re vekin. Informasyon û dîplomasî divê ji Rojava re alîkarî bike. Divê kurdên Rojava li hemû cîhanê bên nasîn.  Tiştên li wir tên jiyîn divê rast bên ragîhandin. Di sê parçeyên Kurditanê bo Rojava seferberbin. Bi hev re bixebitin. Ger kurd li Rojava bi ser bikevin, li her derê biser bikevin.

EZ BI BERXWEDANA GERÎLAYAN SERBILINDIM

Ji Konseya Kurd a Sûriyeyê ya Swêdê Ruken Musto da zanîn ku li Rojava li hemberî kurdan komkujî pêk tê û li dijî vê divê hemû partiyên siyasî berjwendiyên xwe li aliyekê bihêlin û bixebitin.  Musto got divê êdî liser axa Kurdistanê şerê biratiyê çênebe û got ew ji ber berxwedana gerîlayan gelek kêfxweş û ser bilinde.

Dr Ubey Ahmed jî li ser navê Partiya Demokrat a Pêşdeçûyî ya Suriyeyê (PPDIC) axaftinek kir û got: “El Qaîde ji bo kurdan ji ser axa wan derbixe, bi plan êrîşê Rojava dike.”

GIRTINA SÎNOR ŞERMA MEZIN E

Berpirsê partiya Goran Saman Alî axivî û got: “Ya girîng ne ev e ku ne ku kurd kurdî an soranî biaxivin. Ya girîng eve ku berjewendiyên netewa kurd e. Rêxistinên terorê yên girêdayê El Qaîdeyê kurdan dikuje, kurdên Başûr deriyê sînor digirin. Ev şerma herî mezin e. Divê derî demildest vebin.”

Li ser navê PJAK’ê Josef Soltan axivî  û got gelê Rojava li dijîma Esad û çeteyên El Qaîdeyê têkoşînek mezin didin û got divê hemû kurd tevli vê berxwedanê bibin.

JI BO ROJAVA NAVENDA ENFORMASYONÊ

Li ser navê Yekitiya Welatparêzin Kurdistanê (KYB) Dilgir Rifat axivî û got: “Em ji ber êrîşên li ser Rojava gelek xemgînin. Em ji bo Rojava di nava her cureyê hewldanê de ne.”

Nivîskar Kurdo Baksî jî da zanîn ku ji bo rojava divê navendeke înformasyonê bê avakirin.