Li Stockholmê panela li ser Êzidiyan

Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser şert û mercên jiyana Êzidiyan û xeteriyên li ser wan panelek hate lidarxistin.

Panel ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hate organîzekirin û Parlamenterê Ewropayê yê Partiya Demokrat a Xiristiyanan Lars Adaktûsson, Parlamentera Ewropayê ya Partiya Karker a Sosyal Demokrat Jytte Guteland, Sekretera Giştî ya rêxistina jinan a bi navê 'Ji Jinê heta Jinê' Lena Ag, Seroka Jinên Lîberal Gulan Avci, rojnamevan Nûrî Kîno û Joakîm Medîn weke qiseker tevlî bûn.

Panel bi wesîleya dayîna Xelata Azadiya Ramanê a Sakharov ji bo Nadîa Mûrad û Lamiya Başar hate lidarxistin û panela bi sernavê "Ji dîlgirtina li Dewleta Îslamê ber bi Xelata Sakharov ve" bi du beşan bi rê ve çû.

RANEGIHANDINA REWŞA ÊZIDIYAN REWŞEKE BINKETÎ YA ROJNAMEVANIYÊ YE

Di beşa yekemîn a panelê de Nûrî Kîno, Lena Ag û Joakîm Medîn axivîn. Kîno da xuyakirin, ku ranegihandina rewşa Êzidiyan beriya komkujiya li Şengalê, rewşeke binketî ya rojnamevaniyê ye.

Kîno diyar kir, ku di nava raya giştî û rojnamevanan de têgihiştina şaş a 'bi şeytên bawer dikin, lewma Misilmanên Sûnî yên li herêmê sor dikin' heye û got, "Êzidî ji şeytên bawer nakin û bi hezaran salan li ser wê xakê dijîn. Êzidîtî li cîhana rojava weke encameke Îslam û Xiristiyaniyê tê dîtin. Lê ev feraset şaş e. Êzidîtî berî Xiristiyanî û Îslamiyetê hebû."

Kîno da zanîn, Êzidiyên li herêma Şengalê her tim weke welatiyên di asta sêyemîn de hatine dîtin û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî tevî hindekahiyên li herêmê neçar man e cih û warên xwe biterikînin û bibin penaber.

XELAT GIRÎNG E, LÊ TÊRA PÊKHATINA EDALETÊ NAKE

Kîno destnîşan kir, ku dayîna Xelata Sakharov ji bo jinên Êzidî girîng e, lê belê ji bo pêkhatina edaletê têrê nake û got, "Ya herî girîng e ew e, ev çeteyên mirov kuştin û jin mîna koleyan bi kar anîn, bên cezakirin."

Lena Ag bal kişand ser girîngiya xwedîderketina oldarên Êzidî li jinên ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.

Nadîa Mûrad û Lamiya Başar jî bûyerên bi serê wan de hat vegotin û gotin, dayîna Xelata Sakharovê ji bowan, destekek ji jinan re ye.

YPG/YPJ'Ê 50 HEZAR ÊZIDÎ RIZGAR KIRIN

Rojnamevan Joakîm Medîn ku di dema komkujiya Şengalê de li herêmê bû, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi hezaran mirov kuştin û got, mirovên mayî jî xwe li çiyê girtin û piştî çend rojan bi saya korîdora YPG/YPJ'ê zêdeyî 50 hezar Êzidî derbasî Sûriyeyê bûn.

Medîn diyar kir, beriya êrîşa DAIŞ'ê li Bakurê Iraqê hewl dihat dayîn Êzidî û gelên Xiristiyan ji herêmê werin derxistin û cîhana derve jî li pêşberî vê bêdeng ma bû. Medîn anî ziman, mîna rojnamevanên din ên li herêmê, nûçeyên wî jî di medyayê de nehatin weşandin û bi vî awayî pêşî li agahdariya raya giştî ya cîhanê hate girtin.

'DAIŞ ZAROKÊN ÊZIDÎ WEKE MERTAL BI KAR TÎNE'

Di beşa duyemîn a panelê de Paralmenterê Ewropayê yê Partiya Demokratên Xiristiyan Lars Adaktûsson da xuyakirin, ku dagirkirina herêmê ji aliyê DAIŞ'ê û komên cîhadî, encameke dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA ve ye û ev tespît kir:

"Dagirkirina Iraqê gelekî şaş bû, lê belê mirov nikarin bêjin ku beriya dagirkeriyê Êzidî dihatin parastin. Cîhadiyan xwestin Êzidî û Asûrî-Suryaniyan ji holê rakin. Di dema bûyerên ku ji aliyê gelek kesan ve weke Bihara Ereb tê pênasekirin, lê ez jê re dibêjim 'Bihara Şermê' de, ev rewşa kolekirina jinan derket holê. 3 hezar 500 jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, hê jî dîlgirtî ne. DAIŞ zarokên Êzidî weke mertalekê li dijî êrîşên li dijî xwe bi kar tîne."

Adaktûsson bibîr xist, ku Parlamenta Ewropayê rewşa Êzidî û gelên Xiristiyan ên li herêmê di çarçoveya êrîşan de dît, biryar da ku divê herêmeke ewle ji bo wan bê avakirin û di Sibata vê mehê de qebûl kir, ku qirkirin li Êzidiyan hatiye kirin.

Adaktûsson destnîşan kir, ku ev biryar ji bo parastina mafên Êzidiyan û Xiristiyan, nîşaneyeke xurt e.

DIVÊ HERÊM SERBIXWE BE

Adaktûsson da xuyakirin, ku xweparastina van gelan gelekî girîng e û got, "Di heman demê de divê herêma ev gel lê dijîn û Nînova herêma xweser bin. Çawa ku li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê Rêveberiya Herêmî ya Kurd heye, lazim e ev maf ji bo van gelan jî bên naskirin. Dema ez bi rêveberên Asûrî-Suryanî û Êzidiyan re axivîm, ji min re gotin, ev yek çareya yekane ye."

Gulan Avci jî bal kişand ser girîngiya afirandina polîtîkayên li dijî xalîkirina Êzidî û Suryaniyan ji herêmê.