Li Stockholmê li dijî dagirkeriyê ji bo Efrîn meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrîşên qirker û talankirinê yên dewleta Tirk a li Efrîn û bêdengiya welatên rojava, dîsa piştgirîkirina Efrînê bi çalakiya li paytexta Swêdê Stockholmê bang li NY’yê û civaka navneteweyî hate kirin ku bikevin nava tevgerê.

Li ser banga Platforma Xwedîderketina li Berxwedana Efrînê bi desteka rêxistina ciwanên Partiya Kerker a Demokra a Sosyalîst “SSÛ”, “Partiya Çep”, “Ciwanên Çep”, “Komîteyên Rojava”, “Partiya Komunîst a Îran”, “Komên Amerîkaya Latîn” li gel komên şoreşgerên Swêdî çalakî saet 13:00’an li pêşiya avahiya Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Swêde Qada Norra Bantorgetê destpê kir.

Li qadê destpêkê ji bo şehîdên Efrîn û şoreşê deqeyek rêz hate girtin û dirûşam “Şehîd Namirin” hate qîrikirin.

Di çalakiyê de destpêkê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê (NCKD) Hamît Bîten axiv. Bîten êrîşên dagirker û qetlîamên dewleta Tirk şermezar kir û peyama ku wê heta serfiraziyê berxwedana xwe bidomînin da. Piştre jî Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt axivî û diyar kir ku Stockholm carekî din zilma dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku wê piştgiriyê bidin demokrasiya li Bakurê Sûriyeyê hatiye rûniştkandin. Sjostedt got: Em dixwazin cîhana derve van êrîşên Tirkiye şermezar dike, pêkanînên aborî li ser Tirkiyeyê bide kirin û bazirganiya xwe ya cekan bi Tirkiyeyê re bi dawî bikin. Her wiha dawî li durûtî û bêdengiyê bînin. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkevin. Li dijî Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Bûyeran bibin rojeva Yektîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî.”

Sjostedt bal kişand ser sîstema demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got: “Kurdan li gel kêmeneteweyên din di nava wekhevî û demokrasiyê de sîstemek daye avakirin û got: “Wan DAIŞ têk birin. Wan Kobanê ser xistin. Wan Şengal azad kir. Wan Reqa azad kir. Cîhana derve deyndarê Kurdan û Rojava ye. Ji bo vê divê cîhana derve xiyanetê li wan neke.”

Sjostedt bal kişand ser hikûmeta Swêd û got: “Êdî demê dudiliyê nemeye. Êdî dem demê alî diyarkirinê ye. Divê hikûmeta Swêd aliyê xwe diyar bike. Hê direng nemayî pêşiya Erdoganê êrîşkar divê bê girtin.

Piştî axaftinan girse bi vekirina pankartên “Efrîn ne bi tenê ye”, “Stockholm li gel Efrînê ye”, “Qirkirina li Efrînê rawestînin”, “Efrînê bi parêz in”, “Tirkiye=Dewleta Îslam”, “Jin ji bo Efrînê li ser lingan in”, “Erdogan rawestînin” vekirin û wêneyên kesên di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ’ê de şehîd bibûn hildan û ber bi parlemetoyê ve ketin meşê.

Di axaftinên meşê de hatin kirin bal kişand ser bazara çekan a li gel Tirkiyeyê û axaftinên ku dewleta Tirk tehşîr dike hatin gotin. Bang hatin kirin ku divê cîhana derve bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re rawestînin û gelê Swêdê li dijî Tikriyeyê dest bi boykotê bike.

Di meşê de bê navber dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Qatil Erdogan”, “Dewleta Tirk ji Efrînê bi cehenime”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Efrînê” “Efrîn ne bi tenê ye”, “Kujer ,faşîst Erdogan” û Erdogan, Pûtîn kujerên zarokan” hate qîrkirin.

Dema meş dom dikir, hinek welatiyên Swîsreyî tevlî meşê bûn û alên PKK,YPJ/YPJ’ê hildan û nîşana serkeftinê tiliyên xwe bilind kirin.

Kurdistaniyên hatin pêşiya qada li pêşberî avahiya parlemetoyê li gel sirûdên Kurdî û stranan govend gerandin û dirûşmên piştgiriya bi Efrînê re qîr kirin.

BANGA BOYKOTKİRİNA TİRKİYEYÊ

Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh destnîşan kir ku ji bo Tirkiye penaberan bide sekinandin Yekitiya Ewropa û hikûmeta Swêdê bi milyaran Euro alîkarî dabû Tirkiyê û got: “Em bi lezgînî daxwaz dikîn ku van alîkariyan bidin sekinandin. Divê Tirkiya ku Kurdan bombe dike, qetil dike û bi sedhezaran kesên li Efrînê ji axên wan derxistî bê sekinandin.”

Kakabeveh, piştî ku daxwaz ji hikûmeta Swêdê kir ku Sefîrê Tirk vexîne meqamê xwe û ji bo dagirkeriyê protesto bike û şûnde bang li gelê Swêdê kir ku Tirkiyeyê baykot bike, kir.

Ahmet Karamus ê ku li ser navê Kongreya Navneteweyî a Kurdistanê (KNK) axivî, piştî ku hikûmeta Swêdê û welatên Rojava ya ji ber helwestekî zelal nîşanî dagirkeriya Efrînê nedan sûcdar kir û şûnde, bang li hikûmeta Swêdê kir ku mijarê bibe rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Çalakî, bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û “Bijî berxwedana Efrînê” û “Bijî Serok Apo” û dirûşmên piştgiriya bi Tevgera Azadiya Kurd re qîrikirin û şûnde bi dawî bû.