Li Stockholmê jî Norweç hate protestokirin

Piştî Norweçê aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirikiyeyê kir û şûnde, li paytexta Swêd a Stockholmê li pêşiya sefaretxaneyê xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxistin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Stockholmê Kurdistanî û dostên wan ên di saet 14:00’an de li pêşiya Sefaretxaneya Norweçê kom bûn, wêneyên Taşdemîr û alên PKK û KCK’ê hildan û bi dirûşman Norweç şermezar kirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Damokratîk a Swêdê Ferah Bozcali a di xwepêşandanê de axivî, Norweç a daxwaza Taşdemîr a pirsgirêkên wê yên cidî yê tenduristiyê hebû û radestkirina wê ya dewleta Tirkiye bi sûcê îxlalkirina peymana Neteweyên Yekbûyî ya di warê parastina mafê koçberan sûcdar kir.

Komeke jin a tevlî xwepêşandanê bibûn, hevdîtinek bi rayedarên Sefaretxaneya Norweçê re kirin. Jinan diyar kirin ku helwesta Norweçê şermezar kiriye û destnîşan kirin ku şandina Taşdemîr û ya koçberan li dijî peymana ku Norweçê îmze kiriye û nameya protestoyê radestî rêveberan kiriye.

Xwepêşandarên ku çelengek reş li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Norweçê danîn, bi yek dengî dirûşmên “Şerm bike Norweç” û “ Kujer Erdogan, du rû Norweç” qîr kirin.