Li Stockholmê darvekirinên li Îranê hatin protesto kirin
Li Stockholmê darvekirinên li Îranê hatin protesto kirin
Li Stockholmê darvekirinên li Îranê hatin protesto kirin
Kurdistaniyên ku biboneya salvegera davekirina 5 girtiyên siyasî ji aliyê rejima Îranê ve li ber Parlementoya Swêdê çalakiyek pêkanîn. Di çalakiyê de hikumeta Îranê hate şermezarkirin û xwestin darvekirinan rawestînin.
9’ê Gulana 2010’an rejima Meleyan ya Îranê mamostayên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û şoreşgera jin Şirîn Elemhûlî ji ber sûcên bêbingeh darvekiribûn.
Di çalakiya protestoyî de li ser giyanê 5 şoreşgerê hatine darvekirin û tevayî şehîdên şoreşê deqîqeyek ya rêzgirtinê pêkhat, piştre sirûda netewî ya Kurdistanê hate xwendin.
Li ser navê PJAK’ê Kamil Meresene axavî û da diyarkirin ku, rejima Îranê ji destkeftiyên Kurdan yên Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê destpêkiriye nerihete û li ser sînor ewlekarî zêdekiriye.
Balkişande ser ku, rejima Îranê di tirse serhildanên li welatên Ereb destpêkiriye xwe bigehîne Îranê û ji pêvajoya aştiyê li bakûrê Kurdistanê destpêkiriye jî ditirse, ji ber vê girtin û darvekirinên li Kurdistanê zêdekiriye. Herwiha hişyar kir ku, piştî hilbijartinan dibe ku rejima Îranê êrîşekî berfireh bike.
Piştî muzîkjenek yê Kurd bi saksafonê Sirûda Netewî ya Kurdan xwend, nameya Mamostayê Kurd Ferzad Kemanger ya beriya darvekirinê ji malbat û hevalên xwe re şandî hate xwendin. Piştre axaftina dayîka Kemanger ji beşdarvana re hate guhdarkirin.
Di daxuyaniya ku li ser navê rêxistina PJAK ya Swêdê hatî xwendin de, darvekirina 5 şoreşgerên 9’ê Gulana 2010’an bi sûcdarkirina “Dijmintiya Xwedê kirine” şermezarkir û da diyarkirin ku, bi sedan Kurd û şoreşger di hucreyan de li benda darvekirinê ne û xwest darvekirin bêne rawestandin. Balkişande ser ku, Îran di pêkanîna cezayê darvekirinê de di cîhanê de duwemîne.
Xwepêşdanvanên ku di destê wan de wêneyên şoreşgerên hatine darvekirin û şoreşgerên Kurdistanî yên di encama êrîşên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest dayîn, alên PJAK, PKK, PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. çalakvana her wiha sloganên protestokirina rejima Îranê avêtin û daxwazkirin ku darvekirinan rawestîne. Partiya Komala ya Kurdistanê jî bipankarta xwe tevlî xwepêşandanê û piştgirî da çalakiyê.