Li Stockholmê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin

Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholmê dijîn, ji bo azadiya Ocalan çalakî lidar xistin.

Kurdistanî li kolana Drottnîng a paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Di çalakiyê de wêneyên Ocalan hatin hildan û têkildarî tecrîda li ser Ocalan û rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê belavok hatin belavkirin.

Rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stockholmê dan xuyakirin, ku ev 4 çalakî ne ew di nava hefteyekê de lidar dixin û zêdeyî 5 hezar belavok li ser mijarê belav kirine.

Ji bo çalakiya 4'ê Tebaxê roja Pêncşemê saet di 17:00 a li kolana Drottnîngê jî banga tevlîbûnê hat kirin.