Li Stockholmê buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat vekirin

Kurd û Tirkiyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de hatin cem hev û buroya hilbijartinê ya HDP'ê vekirin.

Kurd û Tirkiyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de hatin cem hev û buroya hilbijartinê ya HDP'ê vekirin. Kurd û Tirkên li Taxa Frîdhemsplan, li ber avahiya Komeleya Çanda Kurd hatin cem hev, govend gerandin û ligel dirûşman vekirina buroyê pêk anîn.

Parlamentera Partiya HDP’ê Nursel Aydogan kurdeleya vekirinê birî û  piştî vekirinê li lokala komeleyê, civîneke li ser geşedanên dawî yên Tirkiye û Kurdistanê, pêk hat.

Aydogan da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo Tirkiye û pêşeroja pêvajoya aştiyê girîng e û got: “Eger HDP bendê derbas bike û di parlamentoyê de bi awayekî xurt bê tesmîkirin wê qedera Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biguhere. Wê nûnerên hemû gelên bindest bi nasnameya xwe, xwe temsîl bikin.”

Aydogan bi lêv kir ku bi anketên ku di demên dawî de hatine kirin, nîşan dide ku HDP benda ji sedî 10 derbas dike û got ku divê zêdetir xebat bê meşandin. Aydogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hilbijêrên li derveyî welat dijîn, potansiyelek girîng in. Li ser qedera hilbijartinan bi bandor in. Divê li Swêdê jî ji bo beşdarbûna welatiyan a hilbijartinê hewl bê dayîn. Li Swêdê 35 hezar hilbijêr hene lê dengdayîn bi rojekê û li Stockholmê hatiye sînorkirin.  AKP bi van rêbazan hewl dide pêşî li dengên ku diçin ji HDP’ê re bigire.”

Aydogan bal kişand ser provokasyona li Agiriyê û got ku êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê ji bo pêşî li serketina HDP’ê bê girtin tê kirin. Aydogan got ku gotinên Erdogan ê nîjadperest û şoven zemîna provokasyonan ava dike.

Aydogan çû serdana navenda Çanda Elewî ya li Taxa Sollentuna ya Stockholmê.