Li Stockholmê bîranîna Zeynep Kinaci

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku sala 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat û wêneyên Kinaci, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan li ser kursiyê hatin bicihkirin.

Her wiha kulîlk hatin danîn û find hatin vêxistin.

Seroka Yekîtiya Jinan a Sara Ayşe Goktepe li civînê axivî û diyar kir ku Kinaci bi çalakiya xwe navê gelekî li ber tinebûnê bû bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsand.

Goktepe di dewama axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi ruhê Zîlan têbikoşin.