Li Stockholm û Bîelê çalakiya ji bo azadiya Ocalan

Li paytexta Swêdê Stockholm û li bajarê Bîelê yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê çalakiyên xwe yên ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê duh li ser Rêya Drottnîngsgatanê çalakiyek hate lidarxistin û flamayên ku wêneyên Ocalan li ser e, hate hildan. Belavokên li ser wan qetlîamên li Tirkiyeyê, binpêkirina mafên mirovan û tecrîda li ser Ocalan hebûn, hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Stockholmê Şukran Yeşîl diyar kir ku her roj saet di navbera 17.00-18.00’an de wê ji bo azadiya Ocalan çalakiyan li dar bixin.

BÎEL

Li Swîsreyê li bajarê Bîelê Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad di çarçoveya pêngava ‘Serî hilde’ û ‘Azad bike’ de ji bo azadiya Ocalan çalakiya bisikletê li dar xistin. Piştî çalakiya bisiklêtê bi mîtîngekê tecrîd hate protestokirin.

Bi dehan ciwan li Qada Bîel Kongrehaûsê hatin ba hev û bi ala û flamayên Ocalan ber bi navenda bajêr ve ketin rê. Çalakî bi mîtînga li pêşiya îstasyona trênê domiya.