Li Stockholm şeva piştgiriya bi Kobanê re hat lidarxistin

Li Stockholm şeva piştgiriya bi Kobanê re hat lidarxistin

Partiya Çep li paytexta Swêd Stockholm bi armanca piştgiriya ji Kobanê re şevek li dar xist.

Partiya Çep li Swêd bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholm, Foruma Çep a Navneteweyî û Koma Mukavamet re şeva piştgiriya bi Kobanê re li dar xist. Di axaftinên şevê de berxwedana Kobanê hat silavkirin.

Di şeva piştevaniyê de hunermêndên Tirk, Kurd, Yahûdî û Swêdî cih girtin. Dahata ji şevê hat komkirin ji bo bigihêje gelê Kobanê ji Heyva Sor re hat şandin.

KAMPANYAYA ŞOREŞGERÊN SWÊDÎ YA JI BO KOBANÊ DIDOME

Kampanyaya derman, cil û berg û betaniyan a şoreşgerên Swêdî ji bo Kobanê dabûn destpêkirin didome.

Andreas Persson ê der barê alîkariyan de agahî da ANF’ê got ku niha li bajarên Swêd Stockholm û Goteborg kampanya didomin û kelûpelên kom kirine wê bigihênin gelê Kobanê.