Li Stenbolê serdegirtina malan: 70 binçavkirin

Li Stenbolê serdegirtina malan: 70 binçavkirin

Polêsên Tirk, îro danê sibê avêtin ser malên endamên ESP, rojnameya Atilim, Ajansa Nûçeyan ETHA û Ozgur Radyo. Di serdegirtinan de bi dehan kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn, lêgerîn û binçavkirina polêsan dewam dikin.

Polêsên Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê, îro danê sibê saet di 05.00'an de bi yekdemî avêtin ser malên rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan.

Polêsan di çarçoveya operasyona xwe ya serdegirtinan de, avêtin ser buro û malên xebatkarên Ozgur Radyo, Ajansa Nûçeyan a Etkîn û Rojnameya Atilim. Di çarçoveya serdegirtinan de polêsan avêtin ser mala Koordînatorê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Atilimê Sedat Şenoglû. Polêsan avêtin ser mala xebatkara Ozgur Radyo Selvî Coşar û ew kirin binçavan. Polêsan avêtin ser malên Mudura Ajansa Nûçeyan a Etkîn Derya Okatan û edîtora ETHA û nûçegîhana ANF'ê Arzû Demîr.

Serê sibê, polêsan avêtin ser malên gelek endamên ESP'ê. Hat ragihandin, ku serdegirtin ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kirin û ketin û derketina ji kolana serdegirtin lê hatiye kirin, qedexe ye. Di nava kesên hatine binçavkirin de Umît Akdag jî heye ku di êrişa Gezî de ji ber bombeya gazê ji rûyê xwe birîndar bûbû û hînê tê dermankirin.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, çend ji binçavkiriyan ev in: "Seroka ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû, Rêveberên ESP'ê yên Stenbolê Beycan Taşkiran û Erdal Demîrhan, Koordînatorê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Atilimê Sedat Şenoglû, Endamê Desteya Rêveberiyê ya HDK'ê Alp Altinors, xebatkara Ozgur Radyo Selvî Coşar, Alî Karaçay, Îsmet Yûrtsever, Sitki Gungor, Alî Haydar Denîz, Mehmet Guneş,Hasan Tûnç, Okan Danaci, Cemîl Yildiz, Boran Atici, Serkan Gundogdû, Cemal Çakmak, Hatîce Çakmak, Aykan Şîmşek, Mûstafa Dîren Saygili, Metîn Kulekçî, Sînan Polat, Dînçer Ergun, Maksût Toprak, Mehmet Guneysel, Şahîn Yeşîlirmak, Huseyîn Şahîn, Umît Akdag, Çagri Aydogan, Alî Sonmezkaya û kesekî bi navê Vedat ê paşnavê wî nehat zanîn.

Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder der heqê serdegirtinan de ji twitterê got, "Serê sibê saet di 5'an de avêtin ser mala Alp Altinors ê ESP'yî. Ez jî çûm, Alp girtin binçavan. Bi giştî 70 binçavkirin hene. Li mala feqîr a Alp, der heqê lobiya faîzê de bi tenê qaxizên deynan derketin holê. Polêsan di şûna wê de, notên wî yên ji pirtûkan bi xwe re birin :)"

Hat ragihandin, serdegirtinên binçavan li bajarên din jî dewam dikin.