Li Stenbolê rexmî astengiya polîsan protestoya 9’ê Cotmehê

Li Stenbolê rexmî astengiya polîsan protestoya 9’ê Cotmehê

Ciwanên Kurd ku xwestin piştî “pakêta demokratîk” li Taksîmê meşekê li darxin, weke meşên destpêkê hatin astengkirin. Di çalakiya biboneya protestokirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê de parlementerê BDP’ê Demîr Çelîk axivî û got: “Rêya vale derxistina komploya navnetewî, vale derxistina polîtîkayên înkarê ên desthilatdariyê ne.”

Li Stenbolê ciwanên Kurd piştî “pakêta demokratîk” cara yekem derketin Taksîmê, rewş dîsan nehate guhertin, polîsan meş asteng kir. Di dema daxuyaniyê de komek ya faşîstan derket holê.  Ciwanên Kurd koma faşîst ji Îstîklalê derxist. Lê belê polîsên firsend dîtin xwest  BDP’iyan ji Îstîklalê derxîne. Dema ku slogan bêdeng nebûn, çalakî berdewam kir. BDP’iyan got: “Me dizanî paket dê azadiyê neyne, me li vir jî ew test kirin.”

Meclisa Ciwanan ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Stenbolê biboneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Taksîmê çalakî pêkanî.

Ciwanên ku li Galatasarayê hatin gel hev, xwest ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin. Lê belê polîs destûr neda meşê. Ciwanan bisloganan astengiya polîsan protesto kir.

‘KOMPLO VALA HATE DERXISTIN’

Li ser navê Meclisa Ciwanan ya BDP’a Stenbolê Serbûn Yûrtsever got: “Bi komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hate xwestin Tevgera Azadiya Kurd tune bike.” Yûrtsever anî ziman ku, lê belê komplo bi saya Ocalan û gelê Kurd hatiye valederxistin û diyarkir ku, “Îro şoreşa ku li Rojava pêktê û avakirina xweseriya demokratîk ya gelê Rojava nîşan dide ku komplo vala hatiye derxistin.”

Yûrtsever balkişande ser pêvajoya çareseriya demokratîk ya bi banga Ocalan 21’ê Adarê hate destpêkirin,  ji bo pêşde çûna pêvajoya hikumetê ti pêngav neavêtin.

‘DI PAKETÊ DE DEMOKRASÎ TUNE YE’

Yûrtsever destnîşan kir ku, di paketa AKP’ê de ne ji bo demokrasî ne jî ji bo naskirina mafên gelê Kurd tu made nehatine bicihkirin û wiha axivî:

“Em weke Meclisa Ciwanên BDP’a Stenbolê komploya navnetewî a li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan nelet dikîn, heta Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji zindana Îmralî derbikeve û azad bibe em dê xebatên xwe berdewam bikîn.”

JI KOMA FAŞÎST PROVOKASYON

Dema ku Serbûn Yûrtsever daxuyaniya xwe ber bi dawî ve dianî, komek ya li ber benda polîsan radiwestiya, sirûda “Onuncu Yil Marşi (Sirûda Dehemîn sal)” gotin, provokasyon kirin. Ciwanên Kurd koma faşîst ber bi Tarlabaşiyê qewitandin. Polîsên ku ev gengeşe firsend dît, beşa ku ji Cadeya Meşrûyetê diçe Cadeya Îstîklalê girtin, nehiştin BDP’yî bikevin Cadeya Îstîklalê. Dema ku slogan bêdeng nebûn, polîsan bend rakir.

ÇALAKÎ BERDEWAM KIR

Girseya ku careke din hate Galatasarayê, çalakiya xwe berdewamkirin. Parlementerê BDP’ê ê Mûşê Demîr Çelîk got: “Rêya vale derxistina komploya navnetewî, vale derxistina polîtîkayên înkarê ên desthilatdariyê ne.” Çelîk da diyarkirin ku, naveroka paketa AKP’ê valeye û bigotina “Piştre tezkereya şer hat. Feraseta ku şer li ser gelan dide ferzkirin, îro li Taksîmê jî hat ber rûyê me” û benda polîsan nîşanda.

‘PÊWÎSTE ROJAVA Û TAKSÎM BIBE YEK’

Çelîk wiha axivî: “Ev benda polîsan, nîşana feraseta yekperest, hişk û navendperest e. Em dê li benda desthilatdaran nebin, dê azadî û mafê xwe biberxwedanê qezenc bikîn. Bila faşîzim ji me bitirse. Rojavaya ku me biberxwedanê qezenc kir, em dê bi Taksîma ku biberxwedanê bûyî malê gel re bikin yek.”

‘EV KOLAN ÊN ME NE’

Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî  balkişande ser ku, AKP ji bo pêvajoyê ber bi muzakereyan ve bibe tu pêngav ne avêtine û got: “ AKP monologê dike. Em ev îro di astengiya Taksîmê de jî dît.”

Tuncel anî ziman ku, “di paketê de şêwazê berê yê ewlekariyê” derket û li welatekî ku kolanên wê azad nebin mirov nikare behsa demokrasiyê bike û wiha axivî: “Ev kolan ên me ne, em dê kolanan terk nekin.”

Tuncel da zanîn ku, ew dixwazin li welatekî azad nasname û zimanê xwe biaxivin. Tuncel diyarkir ku, “Em naxwazin pere bidin û zimanê xwe fêr bibin. Ji ber ku zimanê dayîkê mafê me ye. Serokwezîr bila pere bide, fêrî Kurdî bibe, dema hat Kurdistanê bila bikurdî bang bike.”

Tuncela bang li gelên Tirkiyeyê kir wiha axivî: “Eger gelên Tirkiyeyê şer û mirinê nexwazin, wê demê bila mudaxeleyî pêvajoyê bikin, bila polîtîkayên şer ên AKP’ê ên hundir û derve rawestînin. Em dixwazin siyaseta demokratîk bikin, em azadiyê dixwazîn. Em vê parsektiya vê nakin, berxwe didîn. Weke duh, îro jî dê berxwe bidîn û qezenç bikîn.”

Piştî daxuyaniya Tuncelê girse ber bi Tarlabaşiyê ve belavbû.