Li Stenbolê otobosek hate şewitandin

Li Stenbolê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan ragihand wan ''otoboseke faşîstan'' şewitandiye.

Yekîneya Tolhildanê ragihand li Stenbolê, li navçeya PendîkÊ, li taxa Çinardereyê 19'ê Adarê 'otoboseke faşîstan şewitandine.'

Komê got heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tabe û zilma li ser gelê  Kurd bidawî bibe wê çalakiyên xwe bênavber bidomînin.

Yekîneya Tolihildanê her wiha got 20'ê Adarê li ser rêyan ge xwestiya ku Newrozê pîroz bike lê polîsên Tirk êrîş anîne ser gel.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li dijî vê Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan bi fîşekên hewayî bersiv dane êrîşan.''