Li Stenbolê koma bi çek û êlegê pola hatin berdan

Li Stenbolê şeva hilbijartinê koma bi çek ku ji bo gef li mûxalifan bixwin daketibûn kolanan, hatin berdan.

Şeva hilbijartinên 24’ê Hezîranê li Sûltangazî ya Stenbolê komeke bi çek ku gule li hewayê berdan, ji wan 3 kes hatibûn destgîrkirin û bi fermana dozger hatin berdan.

Li Sûltangazî ya Stenbolê şeva hilbijartinê komeke bi çek daketibûn kolanan û li Qada Habîplerê gule bi hewayê berdan û 3 kes ji wan  hatibûn destgîrkirin.

Her 3’ê AKP-MPH’yî bi fermana dozger hatin berdan.

ÊLEGÊN WAN YÊN BI POLA JÎ HEBÛN

Hinek kesên ku wê şevê êlegên pola li xwe kiribûn gelek bal kişandibûn. Dîmenên berdana çekan li hesabên xwe yên civakî de bi weşana zindî parve kiribûn û ji ber nerazîbûnan lêpirsîn li van kesan hatibû vekirin.