Li Stenbolê jineke din hate kuştin
Li Stenbolê jineke din hate kuştin
Li Stenbolê jineke din hate kuştin
Li Zeytînburnu jina 31 salî ku rastî êrîşa çekdarî hat jiyana xwe ji dest da.
Li tirkiyeyê ku îsal 200 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, yek din jî lê zêde bû. Li Zeytînburnu, li taxa Telsîz jina bi navê Evrîm Altug ya 31 salî li kolanê rastî êrîşa çekdarî hat.
Altug ya ku ji cihên xwe yên cuda birîndar bû, ligel mudaxaleya ekîbên tenduristiyê nehat rizgarkirin. Kesên cînayet pêkanîn jî ji cihê bûyerê wenda bûn.
Ji meha Kanûnê heta niha 13 jin hatin kuştin. Di salekê de 179 jin hatin qetilkirin; 274 jin û 8 zarokên keçik rastî tecawizê hatin.