Li Stenbolê ji bo Roboskî meş

Li Stenbolê ji bo Roboskî meş

Di duwemîn salvegera komkujiya Roboskî de bi pêşengiya Rêxistina Bajêr a BDP’ê bi sedan kesên ku ber bi Parka Saraçhanê ve meşiyan, komkujî protesto kirin. Di çalekiyê de girseyê hemûyan bi yek dengî dirûşmeya “ger em Roboskî ji bîr bikîn dilê me bisekine” qêr kirin, Hevserokê BDP’a Bajarê Stenbolê Emrullah Bingûl axivî, bi bîr xisit ku hîna yên pêwiste bêne ceza kirin berpirsên komkujiyê lê hîna têne parastin. Bingûl wiha got: “Çewa dema ku komkujiya Roboskî çêbû gelê Kurd li ser piyan bû îro jî heya ku berpirs tên dîtin û ceza kirin emê li ser piyan bîn.”

Di meşê de ku li gel pankartên weke “Gere m Roboskî ji bîr bikîn dilê be bisekine”, “Kujer dewlet ji Kurdistanê bi cehnime”, “Duh Roboskî îro Gever dewleta kujer wê hesab bide” û pankartên reş jî hatin vekiri, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dawî ku li Îmralî hatiye kişandin bi şêweyê poster hat hilgirtin.

Çalekiya ku di nava refên wê de Dayikên Aştiyê jî cihên xwe girtin, Hevserokê BDP’a Bajarê Stenbolê Emrullah Bingûl, Parlementerê HDP’a Stenbolê Levent Tûzel û Endamê PM BDP’ê Huseyîn Ozen jî amade bûn.

Bi sedan kesên ku ber bi mertosuna Aksaraya Parka Saraçhane ve meşiyan, alên PKK, YPG, PYD’ê û alên Konfedarîzma Demokratîk ku di destên wan de bûn hejandin di tevay meşê de dirûşmeyên weke “dewleta kujer wê hesab bide”, “Kujerên Roboskî li Geverê li ser peywirê ne”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan ji bo faşîstan goristane” , “Bê serok jiyan nabe” qêr kirin.

DEWLETA TIRK NE GOT ZAROK

Bingûl ku bi bîr xist bi boneya duwemîn salvegera komkujiya Roboskî û şermezarkirina wê civiyane got ku mixabin 34 kesên ku gelek ji van zarok bûn yên ku qetil kirin li şûna ceza kirina wan têne parastin.

DEMA MIJARA GOTINÊ DIBE KURD SÊ MEYMÛN DI DEWREYÊ DENE

Piştî axaftina Emrullah Bingûl Endama PM BDP’ê Huseyîn Ozan mafê axaftinê girt. Yekem rojên çêbûna komkujiya Roboskî bi bîr xist û diyar kir ku dema li vî welatî mijara gotinê dibe Kurd hemû kes rola kerbûnê dileyize.

Ozan ku bal kişande ser bêndengiya 24 saetan a hikûmeta AKP’ê û çapemeniya bingehîn piştî komkujiyê û got ku pêwiste ev rastî ticarî neyê ji bîr kirin. Ozan dayikên Roboskî ku li meydana Aksaray silav kirin wiha got: “Ez li pêşberî sebir û sekna serbilind ya dayikan bi rêzdarî xwe di tewînim.”

Ozen bal kişande ser pevçûnên ku 15 rojin di navbera Cemaet û hikûmeta AKP’ê de dijîn û wiha got: “Dema mijar dibe komkujiyên li ser gelê Kurd hatin kirin rola sê meymonan dileyîzin. Sedema wê? Ji ber dema mijara gotinê dibe Kurd dibin yek.”

ROBOSKÎ ÎLANA ŞER BÛ LI HEMBERÎ KURDAN

Piştî Huseyîn Ozen Parlementerên HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel jî axaftinek kir. Tuzel ku diyar kir komkujiya Roboskî bi fermana hikûmetê û biryara wê pêk hat û got ku komkujiya Roboskî îla şer bû li hemberî Kurdan.