Li Stenbolê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin

Înîsîyatîfa Hevgirtina Zindanan a Marmarayê li navçeyên Kuçukçekmece, Beşîktaş û Kartalê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û protestokirina Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibatê de çalakî li dar xistin.

Înîsîyatîfa Hevgirtina Zindanan a Marmarayê li navçeyên Kuçukçekmece, Beşîktaş û Kartalê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û protestokirina Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibatê de çalakî li dar xistin.

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen û gelekkes tevlî çalakiya li Beşîktaşê bûn. Li vê derê sînevîzyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan. Parlementer Ozen got ku, “Me nekarî em berxwedanê têra xwe xurt bikin, ji ber vê jî em rexnedayîna xwe didin. Piştî niha em ê zêdetir li qadan bin. Girse piştre heta ber peykerê qertel ê li Beşîktaşê meşiya û li vê dere daxuyanî da.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser grevên birçîbûnê û heta xwestin ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

KUÇUKÇEKMECE

Li avahiya HDP’ê ya li Kanaryayê jî civîna gel hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, çalakgerên TJA’yê û rêxistinên navçeyan ên Kuçukçekmece, Bagcilar, Bahçelîevler, Gunguron, Avcilar, Başakşehîr û Bakirkoy tevlî civînê bûn.

Parlementer Zuleyha Gulum diyar kir ku welat hemû di bin tecrîdê de ye û diyar kir ku divê li hemberî tecrîdê zêde deng were derxistin.

Girse piştre ji avahiya navçeyê derket û li ser Rêya Şahînê meşiya. Di meşê de sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

KARTAL

Li avahiya navçeya Kartalê ya HDP’ê jî girse hatin ba hev û bal kişandin ser komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li vê derê sînevîzyona li ser Ocalan hate nîşandan.