Li Stenbolê ji bo gêrîlayên HPG’ê mala sersaxiyê

Li Stenbolê ji bo gêrîlayên HPG’ê mala sersaxiyê

YAKAYDER'ê li Stenbolê ji bo 3 gêrîlayên HPG'ê ku ên ji aliyê Serwer (Star Cemîl) ve bi komployekê hatin qetilkirin, konê sersaxiyê veda.

Komeleya Malbatên Xizmên Xwe windakirine (YAKAYDER), li Nûnertiya BDP'ê ya taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji bo 3 gêrîlayê HPG'ê Cemil Atabay (Nevzat Erdal), Ekrem Aksoy (Denîz Bradost) û Îsmail Uzunboy (Firat Amed) ku aliyê Serwer (Star Cemîl) ve di sala 2010'an de bi komployekê hatin qetilkirin konê sersaxiyê veda.

Li mala sersaxiyê alên PKK'ê û Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Li Mala sersaxiyê 3 wêneyên gêrîlayên HPG'ê jî hatin daliqandin. Di ziyaretê de Parlamentera BDP'e ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Rêverên navendî yê BDP'ê Serokê YAKAYDER'ê Velat Demir û gelek welatiyên din amade bûn. Girseyê di ziyaretê de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel sersaxî ji malbatên gêrîlayan re xwest û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoyek nû daye destpêkirin. KCK û gelê Kurd li gorî vê pêvajoyê tev digerin. Ji niha û şûnde bar û karekî mezintir dikeve ser milê me. Divê em bêtir li vê pêvajayê xwedî derkevin.”

Serokê YAKAYDER'ê Velat Demîr jî anî ziman ku, gelê Kurd ji bo azadî û mafê xwe bi hezaran zarokên xwe binax kirine û dê heta dawî li vê pêvajoya çareseriya demokrarîk xwedî derkevin.

Birayê gêrîla Ekrem Aksoy Yilmaz Aksoy jî axivî û wiha got: "Bila serê gelê me sax be. Ew ne tenê şehîdê me ye. Şehîdê hemû gelê Kurd e.”