Li Stenbolê ji bo 30 gerîlayan bîranîn

Li Stenbolê ji bo 30 gerîlayan bîranîn

Ji bo 30 gerîlayên di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Stenbolê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin, mewlûd hat dayîn.

YAKAY-DER’ê ji bo 30 gerîayên PKK’ê yên di demên cuda de di şeran de jiyana xwe ji dest dan li avahiya DBP’ê ya Bagcilar a Stenbolê merasîma bîranînê li dar xist. HPG’iyên bi navên Asiye Gunduz (Canfeda Toprak) Sîdar Yoldaş Ozer (Amed Dara), Hamît Ozcan (Ronî Ozcan), Vedat Ozel ( Azad), Muhlîs Ozcan (Dara Ozcan), Huseyîn Demîr (Mordem), Arîf Demîr (Çekdar) ên di 4’ê Adara 2012’an de li Xîzan a Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dan jî hene bi tevahî ji bo 30 PKK’iyan merasîm hate lidarxistin û malbatên PKK’iyan û Hevserokê DHP’ê ya Stenbolê Emrullah Bîngul,  rêveberen DHP’ê yên Bagcilarê û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan, alên PKK û YPG’ê li salonê hatin daliqandin. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir û destpêkê Serokê YAKAY-DER’ê Velat Demîr axivî. Demîr bal kişand li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Rojava û Şengalê û berxwedana li wir silav kir. Demîr diyar kir ku PKK û YPG li dijî DAIŞ’ê gel diparêzin.

Piştre Emrullah Bîngul axivî û wî jî berxwedana YPG, YPJ û PKK’iyan a li Şengalê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xist. Bîngul anî ziman ku heke ev têkoşîn bigihîje serkeftinê dê wê demê leyiqê şehidan bin. Di bîranînê de malbatên PKK’iyan jî axaftinen kurt kirin. Di merasîmê de sînevîzyon jî hate nîşandan û ji bo PKK’iyan mewlûd hate dayîn.