Li Stenbolê ji 7 kesan re daxwaza girtinê
Li Stenbolê ji 7 kesan re daxwaza girtinê
Li Stenbolê ji 7 kesan re daxwaza girtinê
Ji 92 kesên piştî êrîşa polîsan ya lidijî Parka Gezî hatin binçavkirin 7 kes bi daxwaza girtinê veguhestin dadgehê.
Girseya ku li Parka Gezî ya Taksîmê li dijî qetilkirina daran rawestiyan, polîsan di 15’ê Hezîranê de teror pêkanî û ji zêdetirî 400 kesên hatin binçavkirin 92 kesên karûbarên fermî yên li emniyetê xilas bûn di demjimêrên sibehê de veguhestin edliyeyê.
Kesên veguhestin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê 85 jê serbest berdan û 7 kes jî bi îdiaya “Li hember polîsan rabûne”, “ muxalefetî Zagona Meş, Xwepêşandan û Civînan kirine” bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê.