Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan zêde dibe
Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê ku ji aliyê hiqûqnasan ve hatiye avakirin, da xuyakirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bûye. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 80 kes hatine binçavkirin.
Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê ku ji aliyê hiqûqnasan ve hatiye avakirin, da xuyakirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bûye. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 80 kes hatine binçavkirin.
Maseya Krîzê ya 1'ê Gulanê ku ji aliyê hiqûqnasan ve hatiye avakirin, da xuyakirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bûye.
Maseya Krîzê ya ji Hiqûqnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzerên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Helwesta Çep a di Hiqûqê de, Komeleya Mafên Mirovan, Parêzerên Tevlîkar, komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Parêzerên Demokrat Azadîparêz, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li gorî navên heta saet 11:40 de ji wan re hatine ragihandin, hejmara binçavkiriyan 80 ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew texmîn dikin hejmara binçavkiriyan a giştî gihaştiye 150'î. Li gorî agahiyan herî zêde mirov li Okmeydan, Beşîktaş, Zîncîrlîkûyû û derdora Şîşlî hatine binçavkirin. Maseya Krîzê da zanîn ku ji bo serbestberdana binçavkiriyan ew ê serî li Dadgeriya Ceza ya Sûlhê bidin.
Maseya Krîzê diyar kir ku tramvay û otobusên li Avcilar, Kadikoy, Balmûmcû, Umraniye û Sefakoyê hatine sekinandin û destûr nayê dayîn ku xwe bigihînin Beşîktaş û Taksîmê.
Li aliyê din, piştî êrîşa li kedkarên li SSK a Okmeydani, karkerên ji Qehweya Şarkê ber bi Taksîmê ve diçin rastî êrîşa polîsan ahtin. Polîsên ku bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîş kirin, rastî bersiva kedkaran a bi keviran hatin.