Li Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin
Li taxa Gulsûyû ya navçeya Maltepe ya Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin.
Li taxa Gulsûyû ya navçeya Maltepe ya Stenbolê gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk ber destê sibehê saet 5'an avêtin ser gelek malên li taxa Gulsûyû ya navçeya Maltepe ya Stenbolê. ESP'yî û HDP'yî jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin ku serdegirtina li malan dewam dike. Li ser nav û hejmara kesên destgîrkirî agahiyeke zelal bi dest neket.