Li Stenbolê gel daket kolanan

Li Stenbolê gel daket kolanan

Li navçeyên Sultangazî, Kagithane û Kartalê bi sedan welatî bi boneya êrîşên li dijî Kobanê şermezar bikin çalakî pêk anîn.

Rêxistina HDP'ê ya Sultangazî li Taxa Karayollari, Dortyol, Taxa Gazî, Înîsiyatifa Gel a Nurtepe jî li ber Komeleya Êlihiyan ya Taxa Nurtepe kom bûn û meş pêk anîn. Li Kartalê jî di pêşengiya HDP'ê de meclîsên taxan ên Kartalê ji Koleja Kartal Ahmet Şimşek heta avahiya AKP'ê ya Kartalê meş pêk anîn. Girsê di meşê de pankartên ku piştgiriyê didin Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar dikin bilind kirin û silogan gotin.