Li Stenbolê êrîşê karkerên kurd kirin

Li Stenbolê êrîşê karkerên kurd kirin

Li Beşîktaşê tê îdîakirin ku komek ji 20-30 kesan pêk dihat êrişî karmendên û xebatkarên kurd kirin. Karmend û karkeran diyar kir ku êv êrişanan bi awayek organîze tê kirin armanca wan ewin ku karmendên kurd ji Beşîktaşê derbixînin.

Li Beşîktaşê tê îdîakirin ku komek ji 20-30 kesan pêk dihat bi çoyên hesin û kêran êrişên karmendên û xebatkarên kurd kirin. Li gorî îdîayan di 10 Cotmehê de kesê ku paşnava wî nehat zanîn yê bi navê Cengîz bi telefonê li welatiyê bi navê Cesîm Arslan yê Agiriyî geriya û di nava wan de nîqaş çêbûn. Piştî nîqaşê kesê bi navê Cengîz bi 4-5 kesan re hatin cihê karê Arslan û êrişên Arslan kirin. Di dema êrişê de karmendê kurd ketin nav berê. Lê wan êrişên karmendên dinê jî kirin. Piştî êrişê ji cîhê bûyerê veqetiyan, îja bi 20-30 kesî hatin heman cîhê û carek din êrişê karmend û xebatkarên kurd kirin. Di êrişan de welatiyê bi navê Cesîm Arslan ji gelek cihên xwe, welatiyê bi navê Eyîp Yerlî ji piyê xwe û serê xwe birîndar bû. Dîsa di heman êrişê de welatiyê bi navê Suat Arslan ji gelek cihên xwe birîndar bû. Dema bûyerê de gelek polîs hatin cîhê bûyerê û mûdaxaleyên bûyerê kirin lê ji êrişkaran tu kes negirtin binçav. Piştî êrişan welatiyên birîndar yên bi navê Suat Arslan, Cesîn Arslan, Eyîp Yerlî û Huseyîn Karataş rakirin nexweşxaneyê û derman kirin. Piştî derman kirinê ji aliyê polîsan ve îfadê wan hatin girtin.

'ARMANCA EWE KU ESNAFAN JI BEŞÎKRAŞÊ DERXIN'

Karmendê kurd yê bi navê Huseyîn Karataş der barê êrişan de agahida, Piştî bûyerê hinek kes hatin cihê kargehê gotin "Emê koka Agiriyan bi qelîne" bi vî awayî gef li me xwarin û wiha got: "Me berê ji dizanibûn li hemberî me helwetên wan hene. Wana çeteyên organîzeyin. Armanca wan karmendên kurd ji Beşîktaşê bavêjin."

'BÛYER DÊ VEGUHERE CIHÊ CUDA'

Welatiyê bi navê Eyîp Yerlî yê birîndar jî derbarê bûyerê de wiha got: "Kesê bi navê Cengîz di nava mehekî de herî kêm nêz 30 carî bi karmend û xebatkarên kurdre bi hîncetên cur be cur şerkir. Li vir karên qirêj dimeşîni. Li derdora wî komek ji 20-30 kesî pêktê heye. Ji ber ku karmendên li Beşîktaşê nêvî zêdetir kurde, kesê bi navê cengîz vê yekê hezm nake lewre di xwazi li beşîktaşê şerê kurd û tirk pêk bîne. Tirsim ku ev bûyer veguhere cihê cuda."