Li Stenbolê du êrîşên cuda: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn

Di du êrîşên cuda yên li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê qewimîn de, kesekê jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Duh bi şev li ber beşa Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê, êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de polîsek, cendirmeyek, wezîfedarek ê ewlehiya nexweşxaneyê û 2 xizmên nexweşan, bi giştî 5 kes birîndar bûn.

KESEK MIR

Li aliyê din di saetên şevê de li ser Cadeya Mahmutbey a li Bahçelîevlerê, bi çekê êrîşî 3 kesan hate kirin. Di êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî ji lingê xwe birîndar bû.