Li Stenbolê çalakiya ‘xeleka ji mirovan’ pêk hat
Lİ Stenbolê, li gelek deveran ji bo balê bikêşin ser berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê pêk tê, xeleka bi mirovan hat çêkirin.
Lİ Stenbolê, li gelek deveran ji bo balê bikêşin ser berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê pêk tê, xeleka bi mirovan hat çêkirin.
Bi armanca ku balê bikêşin ser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li gelek navçeyên Stenbolê çalakî hate lidarxistin. Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeyên Kartal, Bagcılar, Gazîosmanpaşa û gelek deveran xeleka ji mirovan hat çêkirin. Çalakgerên ku bandên spî li devê xwe girê dayî, êlekên li ser wêneya Leyla Guven û nivîsa “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî” çalakî li dar xistin.
Çalakgerên ku dest bi destê hev girtî û xeleka mirovan pêk anî, bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Deng bide dengê Leyla Guvenê” berz kirin.