Li Stenbolê bûyera Lîce û tecawiza li Çewlikê hate şermezar kirin
Li Stenbolê bûyera Lîce û tecawiza li Çewlikê hate şermezar kirin
Li Stenbolê bûyera Lîce û tecawiza li Çewlikê hate şermezar kirin
Endamên Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Sancaktepeya Stembolê, bi boneya şermezarkirina bûyerên Lîce û Çewlikê meşek li darxistin.
Rêxistina BDP'a Sancaktepeya navçeya Stembolê bi armanca şermezarkirina bûyera Çewlikê ku zaroka 16 salî rastî destdayîna leşkerên tirk hatibû û dîsa bûyera Lîceyê ku leşkeran gule barandibûn ser welatiyan û kesekî jiyana xwe ji dest dabû meşek li darxist. Girseya qelebalix li ser cadeya Demokrasiyê ya Sarigazî li hev civiya û dest bi meşê kir. Rêxistinên wekî ESP, EMEP, Partîzan, DHF, Aka-Der, ODP û SODAP' jî piştgirî dan meşê. Di meşê de duruşmeyên "Destavêtina Jinê, têkbirina jinêye", "Bila şer bi dawî be" hatin berzkirin. Di dawiya meşê de daxuyanîya çapemeniyê hat xwendin.
'DIXWAZIN VÎNA GELÊ KURD BIŞKÊNIN'
Daxuyani ji aliyê Hevseroka BDP'ê ya navçeya Sancaktepeyê Hulya Avci ve hate xwendin. Avci, diyar kir ku bi van kirinan hewl didin ku vîna gelê kurd bişkênin û wiha pêde çû: "Ev kiryarên qirêj yên weke destdayinê dewlet tenê ji bo îradeya kurdan bişkêne û di Kurdistanê de helandinê pêkbine digire dest. Kiryarên weke destdayinê îrade şikandine. Ev bûyer tenê li ser gelê kurd nayê meşandin. Hema bêje li her deverê tê pêkanin ev ji tê wateya şikandina mirovan û îradeya mirovan. Ev kiryar herî zêde li ser bedena jina tê bikaranîn. Lê em weke rêxistin û rêxistina îradeya jina em mafê xwe ji bo ew kesên van kiryaran bi kartînin na hêlin û hesabê jê bi pirsin.
JI BO RÊXISTINÊN ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ BANG
Avci balkişan li ser buyerên destdayînê û wiha pêde çû: "Bûyerên destdayînê tenê li ser jinên kurdan û Kurdistanê nayên meşandin. Di hemandemê de li tirkiyê ji ev bûyer tên meşandin. Lê rêxistinên jinan yê Tirkiyê ji van bûyeran re dengê xwe nakirn û çavê xwe lê digirin. Ji bona vê yekê ji daxwaza me ji rêxistinên Tirkiyê yên jinan heye ku ji van kiryarên qirêj re bêdeng ne mînin li maf û îradeya xwe xwedî derbikevin. Ji ber ku destavêtin îrade şikandine. Em desturê nadin tu kesê ku destbavêje îradeya me".
BÛYERA LÎCEYÊ HATE ŞERMEZARKIRIN
Her wiha Avci balkişand ser bûyera Lîceyê û ev tişt gotin: "Dijî vê êrişê wê gelê kurd bi îradeya xwe ya azad dengê xwe li her derî bilind bike û vê bûyerê şermezar bike. Ji bona ku em nasname, îrade, Demokorasi, Azadî , jiyana ekolojîk û azadiya jinê bi dest nexin em di xeta berxwedanê de dewambikin û mafên xwe bi destbixin."
Her wiha di daxuyaniya çapemeniyê de rêxistinên Sol û Sosyalîst ku tevli meşa Geziyê bûne jî avakirina qereqolan û despêkirina opersiyonan şermezarkirin.
Meş dûruşmeyan bi dawî bû.