Li Stenbolê 6 wesayit hatin şewitandin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Mawa, di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stenbolê 6 wesayit şewitandin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Baran Mawa ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran li çend navçeyên Stenbolê çalakiyên şewitandina wesayitan lidar xistine. DGH'ê diyar kir, di encama çalakiyan de 6 wesayit bi temamî şewitîne.

Li gorî daxuyaniya DGH'ê, detayên çalakiyan wiha ye:

"Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 2 wesayit hatin şewitandin. Di çalakiyê de her du wesayit bi temamî îmha bûn.

Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê 3 wesayit hatin şewitandin. Di encamê de her sê wesayit bi temamî îmha bûn.

Li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê wesayitek bi temamî hate şewitandin.

Ev çalakî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo hatine kirin. Heta ku tecrîda giran bê rakirin çalakiyên me wê bi xurtî dewam bikin.