Li Stenbolê 46 kes di binê çavan de tên ragirtin
Li Stenbolê 46 kes di binê çavan de tên ragirtin
Li Stenbolê 46 kes di binê çavan de tên ragirtin
Li Kadikoy a Stenbolê, 46 kesên di çalakiya duh a li dijî bertîl û nelirêtiyê de ji ber êrîşa polîsan hatin binçavkirin, hînê li muduriyeta emniyetê tên ragirtin.
Di encama destwerdana polîsan a li çalakiya duh êvarê ya li dijî bertîl û nelirêtiyê de, 46 kes li derdora Kolana Bahariye hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Forûmên Kadikoyê, ji binçavkiriyan 5 jê li Şaxê Zarokan a Kadikoyê, 6 jê li Qereqola Goztepe û 35 jî li Qereqola Rihtim a Kadikoyê tên ragirtin.
Hat ragihandin ku yek ji zarokên li Şaxê Zarokan tê ragirtin milê wî şikestiye û tevî vê rewşê jî neşandina nexweşxaneyê. Her wiha hat gotin ku jineke 26 salî ya di binê çavan de, li gel xwînbûyîna vajînayê jî, ji bo tedawîkirinê sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.
Navê hin ji binçavkiriyan wiha ye: Alî Cîhan Kaçar, Anil Şîmşek, Berk Oztahtaci, Daglar Încegoz, Huseyîn Çîftçî, Nesrîn Ûçar, Onûr Onder, xwendekarên Erasmûsê Lîsa Fûchs û Gabrîele Covî.