Li Stenbolê 3 wesayît hatin şewitandin

Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 3 wesayîtên giranbûha hatin şewitandin. Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager-Şehîd Zeryan çalakî li xwe girt.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager-Şehîd Zerdyan daxuyaniyek da û wiha got; “Endamên yekîneyên me şeva 23’ê Mijdarê li qada Bagcilar ya navçeya Bagcilar ya Stenbolê 3 wesayîtên giranbûna yên girêdayî faşîstan şewitandin. Hersê wesayît bi temamî hatin rûxandin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em carek din didin diyar kirin ku dahata aborî ya van faşîstan ku bi pereyên gel kêf dikin di hedefa me de ne.”