Li Stenbolê 10 kes hatin girtin
Li Stenbolê 10 kes hatin girtin
Li Stenbolê 10 kes hatin girtin
13 kesên ku di operasyona di bin navê DHKP-C'ê de pêk hat, hatibûn binçavkirin veguhestin dadgehê. Heyeta dadgehê ji 13 kesan 10 kes serbest berdan.
Yekîneya Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di 19'ê Adarê de di bin navê operasyona DHKP-C'ê de bi ser komeleya Azadî û Mafan û gelek malan de girtibû.
Polîsan di serdegirtina malan de 13 kes binçavkiribûn. 13 kesên hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeyên wan guhdar kirin 3 kes serbest berdan û 10 kes jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" biryara gritinê da û şandin girtîgehê.