Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
Yekîneyên taybet ên Midûriyeta Polîsan li Stenbol û Enqere bi ser gelek navend û navnîşanan de girtin. Polîsan di serdegirtina mal, kargerî û navnîşanan de bi ser rêxistinên ESP, Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA), Radyoya Azad, Rojnameya Atilim ên Stenbolê de girtin. Polîsan li Enqereyê jî 26 kes binçav kirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ên Stenbol û Enqereyê serê sibê bi ser gelek navnîşan û kargeriyan de girtin. Polîsan serê sibê saet di 05.00'an de li Stenbolê bi ser avaniyên Partiya Sosyalîst û Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkin, (ETHA), Rojnameya Atilim, Ozgur Radyo û gelek navnîşanên din de girtin. Polîsan di serdegirtina navnîşanan de Koordînatorê rojnameya Atilim Sedat Şenoglu, Xebatkarê Ozgür Radyo Selvi Coşar, Midûra Nûçeyan a ETHA'yê Derya Okatan u etîtora ETHA'yê Arzu Demir jî di navde gelek kes binçavkirin.
Li taxa 1 Mayisê jî polisan bi ser gelek malan de girin. Polîsan di serdegirtina malan de kesên ku di mudaxaleya polîsan ên Parka Geziyê hêj dihatin dermankirin jî di navde gelek kes binçavkirin. Polîsan bi ser avahiyên ESP'ê yên Sarigazî, Maltepe, Gazî û Ataşehirê de jî girtin û gelek alav û amûrên li buroyan desteser kirin. Kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wiha ne: "Hevseroka ESP'e yê Stenbolê Çiçek Otlu, Rêveberê ESP'ê Beycan Taşkiran, Rêveberê ESP'ê Erdal Demirhan, Koordînatorê Giştî yê Rojnameya Atılımê Sedat Şenoglu, Endamê Reveberiya HDK'ê Alp Altinors, Xebatkara Ozgur Radyo Selvî Coşar, Alî Karaçay, Îsmet Yurtsever, Sitki Gungor, Alî Haydar Akdeniz, Mehmet Guneş, Hasan Tunç, Okan Danaci, Cemîl Yildiz, Boran Atici, Serkan Gundogdu, Cemal Çakmak, Hatîce Çakmak, Aykan Şîmşek, Mustafa Dîren Saygili, Metin Kulekçi, Sînan Polat, Dînçer Ergun, Maksut Toprak, Mehmet Guneysel, Şahîn Yeşîlirmak, Hüseyin Şahin, Umit Akdag, Çagri Aydogan, Alî Sonmezkaya.
Mudûra ETHA'ê Derya Okatan, Edîtora ETHA Arzu Demir.
Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku saet di 5'an de polîsan bi ser gelek malan de girt û nêzî 70 kesan binçav kirin.
Li Enqereyê jî bi heman armancê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek navendan de girtin û herî kêm 26 kes binçav kirin.