Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate kirin

Li Stenbol û Enqerê bi çalakiyan bal hate kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyan de qala rewşa girtiyên nexweş Sitî Goren û Medenî Tarlan hate kirin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan di hefteya 411’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê daxuyanî da.

Gelek mafnas û malbatên girtiyan di çalakiyê de amade bûn û pankartên ji bo azadiya girtiyan hildan. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û xwest girtiya 70’ê salî Sitî Goren a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin were berdan. Onaran da zanîn ku Sitî Goren nexweş e û di her du milên wê de platîn heye û her roja ku diçe rewşa wê giran dibe.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ENQERE

Li Enqereyê jî endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 283’yemîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş werin berdan. Rojnameger Huseyîn Aykol jî beşdarî çalakiyê bû. Mafnasan pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” vekirin.

Endamê ÎHD’ê Avnî Kalkan daxuyanî da û da zanîn ku ji destpêka sala 2020’an ve 3 girtiyên nexweş û bi giştî 5 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Kalkan çîroka girtiyê nexweş Medenî Tarlan ê 27 sal in girtî ye û bi nexweşîna penceşêra kolonê dijî parve kir. Kalkan got li gel nexweşîna penceşêrê gelek nexweşînên din jî li Tarlan geriyane û xwest demildest were berdan.