Li Stenbol, Sakarya û Kocaeliyê êrîşên nijadperestî

Li Stenbol, Sakarya û Kocaeliyê êrîşên nijadperestî

Li Stenbol, Sakarya û Kocaeliyê girsey aku ji pîrozbahiyên Newrozê vegeriya faşîstan bi kevir, dar û kêran êrîş kir. Di encama êrîşand de 3 jê giran gelek kes birîndar bûn.

Girseya ku li Qada Kazliçeşmeya Stenbolê Newroz pîroz kir û belavbûn komên faşîst  bi kêran êrîş kir. Di kolanên Zeytînbûrnûyê de êrîş çêbû û 6 kesên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn. 2 kesên rewşa wan giran rakirin Nexweşxaneya Avrasya ya Zeytînbûrnûyê, yek birin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Çapayê, 3 jî rakirin Nexweşxaneya Nexweşên Sing ya Yedîkuleyê.

Li Sakaryayê jî girseya ku ji Newrozê belavû rastî êrîşa bikevir û daran hatin. Tê diyarkirin ji birîndaran rewşa Halîl Katak girane. Hate hînbûn ku, ji birîndaran Ozkan Yilmaz, Gokhan Yilmaz, Suna Oztan, Kamûran Yildiz, Recep Yokyazi, Nacî Bozkurt li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Kesê binavê Irfan dema ku ji pîrozbahiya Newrozê ya Kocaeliyê ber bi navenda bajar ve diçû, rastî êrîşa bi kêr ya komekê hat. Kesê navborî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaelî û ji linga ve hate dermankirin, piştre ji bo îfadeyên wî bigirin polîsan ew bir Qereqola Polîsan ya Saraybahçeyê. Li aliyê din jî komek ya nîjadperest hate ragihandin ku, li ber avahiya Rêxistina Bajar ya ESP’ê kombûye û hewil didin bikevin hundir.