Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê hatin protestokirin

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji armanca protestokirina terora dewleta Tirk ya destpêkê li ser Cizîr û Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan. Gelek kes hatin binçavkirin.

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji armanca protestokirina terora dewleta Tirk ya destpêkê li ser Cizîr û Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan. Girseya ku xwestin li Stenbolê çalakiyê lidarbixin rastî astengiya polîsan hatin û gelek kes hatin binçavkirin.

STENBOL

Platforma Demokrasî û Kedê ya Stenbolê, ji bo rizgarkirina birîndarên ku ev 13 roj in li Cizîrê di bodrûma wehşetê dene, xwestin li Meydana Kadikoy Îstiklalê çalakiyekê lidarbixin, lê polîsên Tirk destûr nedan. Polîsan girseya ku rêveberên HDP’ê yê bajarê Stenbolê jî di nav de bi mertalan ji qadê dûr xistin, 3 kes xistin bin çavan. Girseyê li ser pêkanîna kêfî ya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin, gel bi yek dengî gotin: “Eger em niha nebêjin na wê li Cizîrê bûyerên mîna vê zêde bibin, eger em niha nebêjin na wê li bodrûman miorvahî û wê kuştina mirovan berdewam bikin.”

Platforma Demokarasî û Kedê ya Stenbolê, ji bo rizgarkirina birîndarên ku ev 13 roj in li Cizîrê di bodrûma wehşetê dene, xwestin li Meydana Kadikoy Îstiklalê çalakiyekê lidarbixin, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin. Polîsan rê neda ku girse kom jî bibe, bi hevkariya hêzên çevîk û TOMA’yan mirov ji qadê dûrxistin. Polîsan 3 kes binçav kirin, nasnameyên girseyê komkirin û di GBT’yê re derbas kirin. Girseyê li ser pêkanîna kêfî ya polîsan li qadê çalakiya rûniştinê lidarxisitin, daxwaz kirin ku dawî li wehşeta li bodrûmê bînin. Girseyê pankartên “Wehşeta li Cizîrê rawestîne, birîndaran rizgar bikin” vekirin, li ser anonsên polîsan ê li qadê, girseyê bi dirûşmên “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bi Berxwedanê Em ê Bi Ser Kevin” qîr kirin.

ENQERE

Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê bi armanca şikandina êrîşên terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê meşek li dar xist. Meşa ku ji pêşiya avahiya partiyê destpê kir li gel yekgirtina HDP’ê bi hezaran kes beşdar bûn. Di meşê de dirûşmên “Gelê Cizîrê Ne Bi Tenêye” û “Li Hember Faşîzmê Mil Bi Mil” berz kirin, jinên ku beşdarî çalakiyê bûn bi tebsî, beroşan bi çalakiya dengderxistinê piştgirî dan berxwedana li Kurdistanê.

Meşa heta Cadeya Yukselê berdewam kir, wesayîtan jî bi qorneyan piştgirî dan çalakiyê.

Piştî meşê Hevseroka HDP’ê ya bajarê Enqerê Bîrsem Kaya daxuyanî da û bal kişand ku bi mehan e li Kurdistanê şer tê meşandin, hatine xala ku êdî ti wateya gotinan nemaye. Kaya diyar kir ku şer ne tenê kuştinê ji bo Kurdan tîne, di heman demê de ji bo gelê Tirkiyeyê jî wê bîne. Da nîşandan ku her diçe şer kûrtir dibe, pêwîstiya gel ne bi şer bi xwişktî û biratiyê heye.

Piştî axaftinan girse nobeda spî ya xebatkarên tenduristiyê ya li ser Cadeya Sakarya ziyaret kirin.

ÎZMÎR

Endamên Bloka Aştiya Îzmîrê bi armanca dawîanîna qetlaîman û dorpêça li ser Kurdistanê li Qada Demokrasiyê ya Narlidere “Xeleka ji mirovan” pêk anîn. Li gel gelek kesan, endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê.

Piştî çalakiyê nûnerên Blokê diyar kir ku roja Yekşemê li Karşiyakayê wê “Xeleka ji mirovan” pêk were, bang li hemû Îzmîriyan kir ku beşdar bibin.