Li St. Poltenê xebatên komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê destpê kirin
Li bajarê Awûstûrya St. Poltenê, komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin û starta xebatan hat dayîn.

Ji bo avakirina komîsyona hilbijartinê di 5'ê Îlonê de rêxistinên civakî li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya li St. Poltenê civiyan û bi komîsyona ji 18 kesan re dest bi xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê kirin.
Di civînê de xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê werin meşandin, hatin nirxandin. Komîsyonê kêmasiyên xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê nirxand.
Komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê ya St. Poltenê got, "Di xebatên dema bihurî de me tecrûbeyeke mezin bi dest xist û ji ber vê yekê em ê xwe bigihînin hilbijêrên di hilbijartinên 7'ê Hezîrane de me xwe negihandibûnê."