Li peravên Somaliyê keştiyekî ji hedê xwe zêdetir lêbar kirî, bin av bû û 55 kesên ji Somalî û Etiyopyayê xeniqîn yan jî winda bûn.
Komîsertiya Bilind ya Penaberan ya NY (UNHCR) da diyarkirin ku, 23 ceset hatine dîtin û tê texmîn kirin ku 32 kesên din jî xeniqîne. Hate aşkera kirin ku, 5 kes jî jiyana dikin.
Li gorî şahidiya kesên jiyan dikin, keştiya ku 60 kes lê siwar bûn roja Sêşemê piştî 15 deqîqeyan ji peravên Bosaso ya herêma xweser Puntland ya Somaliyê birê ketin nûqî avê bû.