Li Solothornê resepsiyona Newrozê
Li Solothornê resepsiyona Newrozê
Li Solothornê resepsiyona Newrozê
Li bajarê Solothorn yê Swîsreyê resepsiyona Newrozê hate pêkanîn.
Di resepsiyonê de li ser navê FEKAR’ê Ayhan Karataş axivî û balkişande ser ferqa Newroza 2013’an ji yên berê. Karataş ku piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza Amedê û agirbesta ku duh KCK’ê îlan kir û diyarkir ku, di vê pêvajoyê de rolek girîng dikeve ser milê dostên Kurdan yên li Ewropayê. Karataş got: “Ji bo aştî di welatê me de pêkbê hûn jî dikarin piştgirî bidin. Xeyala me ye ku em vê di hemû Rojhilata Navîn de pêkbînîn.” Piştre mêvanên vexwendiyên resepsiyonê axivîn û dane zanîn ku, ew dê bi awayek aktîv piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Di resepsiyonê de sînevîzyonekî ku jiyana her sê jinên siyasetmedar yên Kurd vedibêje hate pêşandan.