Li Siwêrekê bi hezaran jin ji bo Kader civiyan

Li Siwêrekê bi hezaran jin ji bo Kader civiyan

Çalakiyên 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê, li Siwêrek û Bêrecûgê bi meşên girseyî dewam kirin. Li warê Kader Ortakaya ya li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin Siwêrekê bi hezaran jin hatin cem hev û gotin, "Em ne kole ne em Arîn in, berxwedan Qedera me ye. Em berxwedana jinê ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji koka xwe şîn dibe, silav dikin."

Ji bo Kader Ortakaya ya di 6'ê Mijdarê de dema hewl dida derbasî Kobanê bibe li ser sînor ji aliyê leşkerê Tirk ve bi nîşangirtinê hat qetilkirin, bi hezaran jin li warê wê Siwêrekê li hev kom bûn. Di meşa ji aliyê DOKH'ê ve hat lidarxistin de, li gel rêxistinên HDP û DBP'ê yên Riha û navçeyên wê, KESK, parlamentera berê ya Parlamenta Ewropayê û Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca û jinên Kobaniyî bi hezaran jin amade bûn. Jinên li Parka Lezgonûn hatin cem hev, bi pankartên bi nivîsa "Ji xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan, li Kobanê em Arîn in, li dijî sînoran em Kader in", "Kader Ortakaya rûmeta me ye", "Mêr lê dide dewlet diparêze" û bi dowîzên bi nivîsa Ji Şengalê heta Kobanê jin li ber xwe didin", "Em ne kole ne Arîn in, berxwedan Qedera me ye", "Bi jina rêxistinbûyî re ber bi civaka azad", "Li dijî şîdetê em serî radikin, em xurt in", "Zext nikare serî li me bitewîne", "AKP destê xwe ji ser bedena min vekişîne" heta Meydana Kanli Kûyû meşiyan. 

'BERXWEDANA JINÊ JI NÛ VE ŞÎN DIBE'

Li dû meşê, jinan ji bo bîranîna jinên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û li ser navê jinan endama Meclîsa DBP'ê ya Şaredariya Siwêrekê Bêrîtan Çetîner axaftinek kir. Çetîner ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê, di kesayetiya jinê de êrîşî tevahiya nirxên civakî dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li her devera dagir kiriye, destpêkê jinên Êzidî, Tirkmen, Asûrî, Ereb û Kurd revandin, li bazaran firotin û dest avêtin bi hezara jinan. Ji xwişkên Mîrabel heta Sakîneyên di sala 2012'an de li Parîsê bi xwînxwarî hatin qetilkirin, têkoşîna azadiyê di çalakiya Reyhan Cebbarî ya li dijî destavêtinê bi hêzeke xurt a parastina cewherî bersiv da, îro di kesayetiya Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de li Kobanê zindî dibe. Em bang dikin ku bi vî ruh û berpirsyariyê, li dijî êrîşên mejiyê dewletparêz ê serweriya mêr ên li dijî vîn, nêrîn, beden û keda jinê, têkoşîna xwe bikind bikin. Em berxwedana jinê ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, ji koka xwe ji nû ve şîn dibe, silav dikin."

Feleknas Ûca jî da xuyakirin ku li hemberî zîhniyeta 'jin kole ne' jinên kurd li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê berxwedan û têkoşîn ji nû ve bilind kirine û destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê di vê çarçoveyê de ji bo jinan rojeke dîrokî ye. Ûca got, "Jinên Kurd di têkoşîna Azadiyê de bi berxwedana li Şengal û Kobanê dîrokê ji nû ve dinivîsîne. Berxwedana jinê îro di sala 2014'an de destaneke nû nivîsand."

Li dû daxuyaniya çapemeniyê bang li hemû jinan aht kirin, ku di 25'ê Mijdarê beşa meşa fînalê ya li ser sînor bibin.

LI BÊRECÛGÊ JIN LI ASTENGIYA POLÎSAN RAST HATIN

Jin li Bêrecûgê jî li qada çalakiya bûn. Jinên bi pêşengiya DOKH'ê li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê hatin cem hev, wêneyên xwişkên Mîrabel ên Domînîkî ku sembola 25'ê Mijdarê ne, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan a di berxwedana Kobanê de li dijî çeteyan çalakiya canfedayî lidar xist û Kader Ortakaya ya li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, hilgirtin. Jinan ber bi Meydana Heykel ve dest bi meşê kirin, lê belê polîsan dest li meşa jinan werdan. Piştî nerazîbûna jinan û aloziyeke demkurt polîsan xwe vekişandin û meş li Meydana Heykelê bi dawî bû. Aktîvîsta DOKH'ê Turkan Şîmşek li vir daxuyaniyek da û banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir. Şîmşek bang li tevahiya jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li ser sînorê Pirsûs-Kobanê beşdarî meşa jinan a ji bo silavkirina jinên li Kobanê şer dikin, bibin.