Li Şîşlî meşê destpê kir, li Beşîktaşê hevdîtin dewam dikin

Meşa kedkar, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên ji Şîşliyê ber bi Taksîmê destpê kir. Li Beşîktaşê jî hevdîtin dewam dikin.

Meşa kedkar, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên ji Şîşliyê ber bi Taksîmê destpê kir. Li Beşîktaşê jî hevdîtin dewam dikin. Kedkarên ji Şîşlî dest bi meşê kirin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Encamek ji hevdîtina bi polîsan re derneket. Kedkar bi qîrîna dirûşmeyan hikûmeta AKP'ê protesto dikin.

Li Beşîktaşê jî hevdîtinên di navbera rêxistinên kedê/parlamenterên HDP'ê û polîsan de dewam dikin. Girseya gel a li Beşîktaşê kom bûye, ji bo dest bi meşê bike li benda encama hevdîtinan e. Lê belê biryara çûyîna Taksîmê ji hevdîtinan derneket. Hevberdevka HDK'ê û Parlamenteran HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel diyar kir ku li Stenbolê rewşa awarte hatiye îlankirin. Tûncel da xuyakirin ku ew bi berpirsyarên emniyetê re axivîne, ji wan re hatiye ragihandin ku polîs wê destûrê bide hejmareke maqûl û anî ziman ku niyeta polîsan a vekirina Taksîmê nîne. Tûncel destnîşan kir ku qebûlkirina çûyîna sembolîk ji bo Taksîmê, nêzîkatiyeke bê qebûlkirin nîne.

Sekna kedkaran dewam dike. Gelek polîs û TOMA jî ji bo pêşî li meşan bigirin, li hemberî kedkaran amade ne.