Li Şirnexê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn rûdan
Li Şirnexê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn rûdan
Li Şirnexê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn rûdan
Şevê din li Şirnexê çalakî hat lidarxistin û bi mudaxaleya polîsan re bûyer derket. Di bûyerê de 2 polîs bi molotofkokteylan birîndar bûn.
Şevê din komek ciwan li ser kolana Cizîrê ya Navenda Şirnexê rê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn. Koma ku meş pêk anî û silogan avêtin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan li hemberî mudaxaleya polîsan molotofkokteyl bi kar anîn. Di bûyerê de 2 polîs ji mil û destê xwe ve birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Maşineya polîsan a sivîl jî hat taxrîpkirin. Bûyeran heta derengê şevê berdewam kir û bi dawî bû.