Li Şirnex û navçeyên wê Kampanya 'Em dadgeriya Leşkerî naxwazin'
Li Şirnex û navçeyên wê Kampanya 'Em dadgeriya Leşkerî naxwazin'
Li Şirnex û navçeyên wê Kampanya 'Em dadgeriya Leşkerî naxwazin'
Dadgeriya Tirkiyeyê dosyaya derbarê komkujiya Roboskî de şandibû dadgeha leşkerî. Li Şirnex û navçeyên wê jî li dijî vê yekê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Di nava 5 rojan de hezar û 500 îmza hatine komkirin. Sibê li gelek navçeyên din ên bajar jî wê dezgehên îmzeyan bên vekirin.
Kampanyaya îmzeyan ji aliyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylalî ve 1ê îlonê hatibû detpêkirin. Dezgeha îmzeyan li Şirnexê ji, 27'ê Mijdarê li Meydana Cumhuriyetê hate danîn, û heta niha hezar û 500 îmze hatine komkirin. Li meydanê bi tevlîbûna malbatên qurbaniyên Robokiyê daxuyaniyeke girseyî hate organîzekirin. Daxuyanî ji aliyê Îbrahîm Yaylali ve hate xwendin û banga tevlîbûna kampanyayê hate kirin. Ji xizmên malbatan Hamza Ant û Hasan Urek jî tevlî daxuyaniyê bûn û xwestin kujer û berpirsiyar bên cezakirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Silopî, Hezex û Cizîrê wê dezgehên îmezeyan bên vekirin.
Bi heman armancê Rêxistina BDPê ya Qersê jî daxuyaniyek da. Rêveberên BDPê diyarkirin ku ew jî piştgiriyê didin kampanyayê û ew jî dest bi komkirina îmzeyan bikin.