Li sînor ciwanekî kurd hat qetilkirin

Li sînor ciwanekî kurd hat qetilkirin

Leşkerên tirk li sînorê Îranê bi hinceta kaçaxvanî kirine, du kes gulebaran kir û di encama gulebaranê de ciwanê 21 salî yê bi nê Nurettîn Karakoç jiyana xwe ji dest da. Rewşa Feyyaz yê 20 salî Karadenîz jî girane.

Li navçeya Çaldêran a Wanê li gundê Şêxsucu ya li sînorê Îranê ye, du ciwan yê bi navê Nurettîn Karakoç û Feyyaz Karadenîz ji bo petrolê ji Îranê bînin derbasî sînor bûn, rastî gulebarana leşkerên tirk hatin.

Di encama gulebaranê de Karakoç jiyana xwe ji dest da û Karadenîz jî bi giranî birîndar bû. Piştî bûyerê mamê Karadenîz, Medenî Karadenîz çû herêma bûyerê û diyar kir ku leşkerên qirêdayê qerekola Onurtepe bi wesayîtên zirxî û panzêran hatine herêmê û ji dur ve gule barandine û her du birîndar kirine. Karadenîz got Karakoç dubare dubare gule li Karakoç barandine û jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeya Karakoç rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiya Herêma Wanê û ji bo defin bikin birin gundê Şêxsucu. Karadenîz jî li unîteya beşa lezgîn tê dermankirin.