Li Sîncanê li zarokên girtî îşkence û muameleya xerab
Li Sîncanê li zarokên girtî îşkence û muameleya xerab
Li Sîncanê li zarokên girtî îşkence û muameleya xerab
Pêkanînên keyfî û bi zorê yê li ser zarokên girtî yên ku di warê ruhî û fîzîkî de zirarên cidî pêk tîne yên li Girtîgeha Zarokan a Sîncanê kirin rapor. Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Enqereyê û nûneriya TUHAD_FED ya Enqreyê raporek amade kir û di pênpêkirinên mafan yên li ser zarokan bi awayekî aşkera derxist holê û her wiha da zanîn ku divê dawî li binpêkirinên mafan bÊ dayîn û her wiha li berpirsyariyan jî lêpirsîn bê destpêkirin.
Bi hevkariya parêzerên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’an Enqreyê û TUHAD-FED a Enqereyê hevdîtinên bi zarokên giertî yên girtîgeha Sîncanê kirin rapor. Di raporê de binpêkirinên mafa, pêkanînên keyfî, îşkence û zext hatin dest girtin. rapor di encama hevdîtina parêzeran a di 16 îlon û 9’ê cotmehê de hat amadekirin. Rapor ji 5 rupelan pêk tê û tiştên hovane yên hatine jiyîn raxistiye ber çavan.
Li gorî vegotinên zarokên bi nav H.E (17), E.T. (16) û K.Ş. (17) ku bi her yekê re cuda xuda hevdîtin hat kirin, hat diyar kirin bi taybet di dema nexwexşaneyan û sewqkirina dadgehan de wan tazî lêgerÎn dike û di dema vê de rastî muameleyên xerab tên.
PÊKANÎNÊN HEQERET Û BIÇÛKXISTIN3E
Di raporê de hat gotin ku tuwaletên kaxuşan seranserê rojê bi deriyên otomotîk girtine û ancax piştî gardiyan derî vekin dikarin biçin tuwaletê û got: “Mafê me yê telefonê ji ber şerta tekmîl û ji ber ku ketiye bin kontrola memurên înfazê , mafê me hevdîtina telefonê pratîk nabe û dîda zarokên girtî rastî lêdanê tên û heqeretên mezin tên.
DI HER SEWQÊ DE LÊGERÎNA TAZÎ
Her wiha di raporê de hate destnîşan kirin ku pêkanîna tecrîdê jî li girtîghê tê jiyîn û wiha hate gotin: “Zarok di dema sewqa nexweşxane û girtîgehan de rastî pêkanînên keyfî tên û her wiha beriya ku li wesayîtên rîngê siwar bikin û di derketina girtîgehan de cihên ku kamera nîne tazî lêgerîn dikin. Zarokan diyar kir ku ew ji ber rewşa xwe ya siyasî wek girtiyên siyasî hatine veqetandin û zarokên din jî wek girtiyên edlî cih digirin. Ji ber vê jî warê lêgerînê de jî di navbera me de cudahî heye. Zarokan da zanîn ku wan li dijî vê pêkanînê berteknîşan daye û her dema ku lê ferzkirin wan berxwe daye.
Her wiha hat diyar kirin di meha hezîranê de dema bi zorê sewqî nexwşxaneyê dikirin beriya li wesayîta rîngê bikin, li odeyeke bê kamera lêgerîn kirine û kesekî ji wan re gotiye xwe tazî bikin û ji ber zor û şîdetê hemû cil û bergên xwe derxistine.
LI ZAROKÊN GIRTÎ YÊN EDLÎ JÎ DIKIN
Li aliyê din zarokekî diyar kir ku dema ew tenê dibirin nexweşxaneyê ji aliyê 4 memurên înfazê bi zorê cil û bergên wî jê derxistine û tazî lêgerîn kirine û got: “li gorî vegotinên zarokan ya ku herî zêde wan dide zorê her tim lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Zarokan da zanîn ku zarokên girtî yên edlî jî rastî heman pêkanînê tên û rastî hemû pêkanînan tê. K.Ş da zanîn ku pêkanîna lêgerîna tazî qebûl nakin û di rewşa ferzkirinê de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan pêk tînin û dibêjin, vê carê dê lêgerînê nekin, lê carake din dê bikin. Zarokan bi lêv kir ku her tim rastî lêdanê tên.
HEWCEDARIYA TUWALETÊ JI ÎNSAFA GARDIYANAN RE MAYE
Di raporê de hat gotin ku bi 4 kesa re hevdîtin kirine û wiha got: “ di koxuşê de 9 ode, baxçe û mutbex heye. Sibê saet di 07.00’an de girtî tên hejmar tin. Ji bo sporê tên derxistin û seranserê rojê ligel hev li qada hevpar dimînin. Çar kamera hene. Di vê qadê de 7/24 gardiyan hene. Gardiyan li pişt caman van dişopîne. Gardiyan odeyên wan digirin. Zarok ji bo biçin tuwaletê û sersoşê divê ji kardiyanan desturê bidin. Dema kardiyan ne li wir be zarok bi saetan li bende gardiyan dimînin.Di raporê de hat gotin ku ev rê li ber pirsgirêkên cidî vedike.
TECRÎD Û BINPÊKIRIN
Her wiha di raporê de cih dan binpêkirinên mafan û tecrîdan û hat gotin ku zarokên girtiyên siyasî têkiliya wan bi zarokên din re tune. Li gorî vegotinan ev rewş ji aliye rêveberiya girtîgehê û gardîyanan ve hatiye zêde kirin. Ji bo zaroken ku ji Pozanti û Mersînê hatine dibêji ji zarokên siyasî neaxivin û ev terorîstin.
Hat gotin ku di meha hezîranê de zarokên di koxuşan de stranên kurdî gotine rastî heqeret û dijûnên zarokên dinhatine û zarokan di bernameyekê de pevçûne.
TEKMÎL TUNEBE, HEVDÎNA TELEFONÊ JÎ TUNE!
Di raporê de hat gotin ku di hevdîtinên telefonê de ger tekmîl tunebe hevdîtina telefonê jî tune û ji ber vê jî zarokan neçarî tekmîlê dikin.
Her wiha got ku rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat jî dereng didin û pir caran bi awayekî qelaştî didin.
BILA BINPÊKIRIN RABIN
Di beşa encamê ya raporê de hate diyar kirin ku divê der barê van îdiayên binpêkirinên mafan de ji aliyê merciyên têkildar ve bên kontrolkirin û demildest ev binpêkirin bi dawî be.
Ligel vê hat diyar kirin ku divê ev kesên berpirsyar yên tundiyên zarokan dikin bên cezakirin.